Fîlîz Kerestecîoglu: Em têkoşîn nedin qazanc nakin
14:58
JINHA
STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta "kesên hatine windakirin" bipirsin çalakiyên xweyên edaletê berdewam dikin. Yek jî windahiyê derbeya 12'ê Îlonê Hasan Morsumbul aqûbeta wî hat pirsîn.
Dayikên Şemiyê di hefyeta 599'an de ji bo aqûbeta windayan bipirsin li Qada Galatasarayê bûn. Dayikan di çalakiya xwe de pankarta "Kujer diyar in, winda li ku ne?" vekirin û qurnefîlên sor danîn ser wêneyên xizmên xwe, xwestin di demen nêz de kujer bên darizandin û kesên hatine windakirin aqûbeta wan bê diyar kirin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta welatiyê bi navê Hasan Morsumbul ê di serdema 12'ê Îlonê de hat windakirin, hat pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu û dayika Nivîskar Asli Erdogan, Mîne Aydostlu jî beşdar bû. Fîlîz di çalakiya dayikan de axivî û bang li tevahiya gel kir ku di 24'ê Îlonê de dê çalakiya edaletê bikeve hefteya xwe ya 600'î û xwest her kes beşdarî çalakiyê bibe.
Di çalakiyê de Hanim Tosun jî axivî û bal kişand ser aqûbeta Morsumbul û xwest ji bo dengê dayika Fatma Morsumbul bê bihîstin, divê edalet bê sazikirin û got "Tu qet meraq neke Dayika Fatma, têkoşîna te têkoşîna me ye, peywîra meya mirovî ye."
Parêzera mafên mirovan Eren Keskîn jî destnîşan kir ku ji roja ku komar ava bûye heta niha, li Tirkiyeyê rêveberiyeke mîlîtarîst heye, her kesê ku bi vê rêvberiyê re nebe heval dê nebe desthilatdar. Eren li ser rewşa windayan jî rawestiya û wiha axivî: "Ji bo windayan lêpirsîn hat vekirin. Her çendî kesên di bin çavan de hatin windakirin dem li ser re neborî be, dosyayên wan ketin ber demboriyê."
Jinbira Morsumbul, Ayten Morsumbul jî aşkera kir ku ew 36 sal e bi xwasiya xwe re aqûbeta windayan dipirse û wiha pêde çû: "Tenê daxwazeke me heye em hestuyên Huseyîn bigirin. Dayika min (xwazî) gelekî nexweş e, heke tiştek bi wê bê, ez ê ji bo wê hestûyên Huseyîn hilbigirim."
'Ev 36 sal e 12'ê Îlonê didome'
Endama Komîsyona Li Dijî Windayan a ÎHD'a Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî jî piştrast kir ku ev 36 sal e ji bo wan 12'ê Îlonê berdewam dike, xwest deng bidin dengê dayika Fatma. Gulseren da zanîn 6 rojan piştî derbeya 12'ê Îlonê, di 18'ê Îlonê de Morsumbul li mala xweya Çewlîgê hatiye girtin û hatiye gotin ku ew birine Fernamdariya Tûgaya Leşkerî ya Çewlîgê, piştî dayik Fatma li kurê xwe geriya ye, bav û dayikên Morsumbul jî hatine girtin û îşkenceyên mezin dîtine, ji ber hemû hewldanan jî der barê Hasan Morsumbul de tu agahî ji wan re nehatiye parvekirin.
Gulseren herî dawî destnîşan kir ku di 24'ê Îlonê de çalakiya dayikan dikeve hefteya 600'î û xwest il her derî bi awayekî hem wexe çalakiyên deng bên derxistin.
(kom/zt)