Xizmên Windayan aqûbeta Edîp Solmaz pirsîn
15:07
JINHA
AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê wekî her hefte vê heftê jî çalakiya 'Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin' pêk anîn. Di çalakiya li Amedê de aqubeta Zarokê bi navê Serhat Kazakê ku di 13 saliya xwe de li Colemêrgê hat windakirin pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê bi tevlîbûna xizmên windayan ji ber biryara Walîtiya Amedê ku hemû çalakiyên li derve qedexekirine li avahiya İHD'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di çalakiya hefteya 397'emînde li aqubeta Zarokê bi navê Serhat Kazanê ku di sala 1992'an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji ber pûşiya kesk, sor û zer xistibû situyê xwe û ji hêla tîmên taybet ve hat binçavkirin û cenazeyê wî li pêş mala wan hat dîtin hat pirsîn.
Beriya çalakiya rûniştinê Alîkarê Serokê Giştiyê İHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axavtinek kir û balkişand ser têkoşîna ji bo aqubeta windayan bê ronîkirin û dazanîn ku ew piştgiriyek zêde ji raya giştî nagirin û dazanîn ku ligel vê yekî jî ewê çalakiya xwe ya heftane bidomînin. Piştre çîroka qetilkirina zarokê bi navê Serhat Kazanê 13 salî ji hêla Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Hasan Yalçin ve hat xwendin.
Hasan diyar kir ku Serhat di 13 saliya xwe de ji ber pûşiya kesk sor û zer xistibû situyê ji hêla Qeymeqamê navçeyê ve hedef hat nîşandan û got ku Serhat ji hêla Tîmên taybet ên di jêrzemîna dibistana ku lê dixwend ve hat binçavkirin û paşê cenazeyê wî li pêş mala wan hat dîtin. Hasan dazanîn ku şahidên karkerên înşaatê tîmên taybet dîtin ku cenazeyê Serhat avêtin pêş mala wan û xwest kujerên Serhat bên dîtin û cezakirin.
Piştî axavtina Yalçin ji bo aqubeta hemû windayan bê ronîkirin çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hat lidarxistin.
ÊLIH
Çalakiya Xizmên Windayan li Êlihê jî di hefteya 397'mîn de dewam kir. Xizmên windayan tevî Rêveberên Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê li ber Birdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê ÎHD'ê Devran Yildiz daxuyaniyê xwend û peywirgirtina mamosteyan şermezar kir.
Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz hat pirsîn û wiha hat gotin: "Edîp Solmaz di sala 1979'an wekî namzetê serbixwe ket hilbijartinê û bû Şaredarê Êlihê. Piştî dest bi peywira Şaredariyê kir 28 roj şûnve di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Edîp Şaredarekî welatparêz bû. Ligel dehan sal li ser kuştina wî re derbas bûn jî hêj piştperdeya kuştina wî nihatiye zelal kirin.
Piştî daxuyaniyê çalakî bidawî bû.
(zt)