‘Em serkeftinên xwe nakin destê hişmendiya mêr û dewletê’
15:52
JINHA
WAN - Bi pêşengiya KJA ya Wanê jinan ji ber qeyûmên daniyîn ser Şaredariyan daxuyanî dan çapameniyê.
Bi giştî ji bo 24 şaredariyên DBP’ê qeyûm hatiye, di nava wan de çar şaredariyên Wanê Artemêt, Rêya Armûşê, Erdîş û Qelqelî jî hene. Li her derê jin bertek nîşanî qeyûman didin û li vîna xwe xwedî derdikevin. Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Wanê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî qeyûmê dan. Jinên li ber avahiya Navenda Rojîn a Wanê hatin gel hev daxuyanî dan çapameniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka navçeya Serava Wanê Zîlan Aldatmaz ve hat dayîn. Zîlan diyar kir ku piştî OHAL ê ew biryar hat standin û bi vê biriyarê vîna gel tune dihesibînin.
‘Em qeyûman nasnakin’
Zîlan diyar kir ku, pêşiyê heftiyekê Şaredariyên ji aliyê gel ve bi hilbijartinê hatîn ser kar wek darbeyek sîvîl qeyûmên xwe danîn ser û wiha got: “Ser Şaredariyên me de girtin û vîna gel tune hesibandin. Şer ê ku nêzîk salekê ye destpêkirî bû sedema qetilkirina gelek welatiyan û xira kirina gelek bajaran. Sîyasetmendar, jin û kedkarên ku aştî xwez jî bi îşkenceyan hatin girtin. Em û gel ê xwe li hemberî van zordariyan jî xwedî li vîna xwe derdikevin. Bi OHAL û KHK’yê vîna gel hatiye tunekirin û mafê mirovan di aliyê huquqî de jî hatiye binpêkirin. Qeyûmên îro ketî nava Şaredariyên me ne berpirsyarên gel e. Pirsgirêkên gel çareser nake û dê pirsgirêk zêdetir bibin.”
Zîlanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo me jinan rêvebirên demokratîkên heremî û berxwedana jinan serkeftineke. Em serkeftinên xwe nakin destê hişmendiya mêr û dewletê.”
Piştî axaftina Zîlanê, Endama MYK a DBP’ê Gulcîhan Şîmşek jî wiha got: “Di vê pêvajoyê de qeyûm darbeya herî mezin a li ser gelê kurde. Em ê xwedî li Şaredariyên xwe derkevin. Kes nikar e vîna gel ê kurd tune bike. Cihên ku demokrasî hebe qeyûm lê derbas nabe.”
(hk/zt)