‘Li hemberî qayûman em banga têkoşînê li hemû kedkaran dikin’
16:08
JINHA
AMED - Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel diyar kir ku "Kesên Dewleta Komara Tirkiyê birêvedibin li hemberî kurdan polîtîkayek etnîkî dimeşînin" û bang li xebatkarên şaredariyan kir ku dest ji kar berdin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel derbarê tayinkirina kayûman de li Amedê civînek çapemeniyê li dar xist. Sebahat bibîrxist ku ji bo 2 şaredariyên parêzgeh, 2 şaredariyên bajarok û 20 şaredariyên navçeyan, bi giştî ji bo 24 şaredariyên wan kayûm hatine tayinkirin û wiha got: "Hemû kayûmên ku ji bo şaredariyên me hatine tayînkirin alîkarên Walî an jî qeymeqam in. Serokomarê vî welatî bi gotina ‘Helbet wê bijartî ji wezîfê bên dûrxistin' bêhiqûqiyê diparêze. Serokwezîrê vî welatî xwe wekî qebedayiyan nîşan dide. Ji bo 24 şaredariyên me gelê me sedî 80, 70, 55 deng daye û gel di şaredariyan de wezîfe dane me. Rêvebirên vî welatî di her fersendê de pesnê xwe bi derketina ji sindoqê didin. Hêza li paş xwe niha dema li masê dixin behsa vîna gel dikin. Lê kesên deng dane wan nûneriya vîna gel dikin, yên deng dane me nûneriya vîna gel nakin. Niha kesên Dewleta Komara Tirkiyê birêve dibin li hemberî kurdan polîtîkayek etnîkî dimeşînin."
'Qeyûm derbeya siyasî ye'
Sebahat tayinkirina qeyûman weke ‘derbeya siyasî' binav kir û got ku ne mimkune ew vî tiştî qebûl bikin. Sebahat herwiha bang li xebatkarên şaredariyan kir ku roja duşemê biryara qeyûman protesto bikin û dest ji kar berdin. Sebahat herwiha got ku wê şaredarên wan ji roja duşemê û şûn ve li avahiyên DBPê kar bikin û wiha got: "Qeyûmên hatin tayînkirin nûnertiya vîna gel nakin. Gelê me yê hêja hevşaredarên ku we hilbijartine li ser wezîfeya xwe ne. Dikarin dest deynin ser avahiyên şaredariyê, lê hevşaredarên me her roj çawa ku li şaredariyan kar dikirin, wê li derve pirsgirêkên gelê me çareser bikin. Hevalên me wê her roj li avahiyên DBPê li ser wezîfeyên xwe bin."
(zt)