Beriya vekirina dibistanan civîn ji mamosteyan re pêk hat

17:27

JINHA

KOBANÊ- Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Desteya Perwerdeyê ji bo mamosteyên dibistanan civînek pêk anî û di civînê de rêveberên dibistanên seretayî hatin hilbijartin.

Komîta Perwerda Civaka Demokratîk (KPCD) û Desteya Perwerdehiyê ya Kantona Kobanê civînek ji bo tevahî mamoste pêk anîn. Di civînê de bêtir li ser rewşa dibistanan a sala borî û guhertinên îsal hat rawestîn.

Civîn ji hêla rêvebera endama KPCD Rodîn Mihyedîn û berdevkê KPCD'ê Zinar Amed ve hate birêvebirin. Mamoste beriya ku dest bi civîna xwe bikin ji bo têkoşera deqekê rêzgirtin. Piştre berdevkê KPCD Zinar Amed wiha got: "Divê hemû mamoste amadekariyên xwe ji sala 2016-2017 ya xwendinê re bikin. Me êdî qonaxek derbas kiriye, sala par me ji refa yek heya 6'an bi zimanê kurdî da. Îsal dê heya refa 12'an bi zimanê kurdî be. Pirtûkên Kurdî amade ne. Sibê dê dibistanên me bên vekrin."

Her wih endama rêvebriya KPCD Rodîn Mihyedîn jî ji mamostan re rewşa dibistanan vekir û ji wan re serkeftin xwest. Rodîn di civînê de cilûbergên zarokan ên seretayî, navîn û amadehî jî da nasîn.

Di dawiya civînê de 256 mamosteyan rêveberiya xwe ya ji 5 kesan pêk tê hilbijartin.

(rê/ze/en/rc)