‘Soza me ya dawî ji bo Berfû dê şoreş bibe’
17:59
JINHA
AMED - Endama MLKP'ê Berfû Dîlan Canbay li ser daxwaza wê li Amedê hat definkirin. Jinên ku ew Berfû li ser milê xwe birin goristanê soza bûyîna şoreşê danê.
Endama Partiya Marksîst, Lenînîst, Komînîst (MLKP) Berfû Dîlan Canbay (Arjîn Selçuk) di 8’ê îlonê de li gundê Qulçî ya ser bi Dersimê ve di şerê navbera leşkeran û MLKP'ê de jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê hat definkirin. Cenazeyê Berfû ji aliyê malbatê ve ji morga Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergirtin duh êvarê anînbûn Amedê. Cenazeyê Berfû li ser wesiyeta wê anîn Amedê û li Goristana Yenîkoya Amedê ji aliyê hevalê xwe û gel ve hat definkirin. Di merasîmê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknaz Uca, endam û rêveberên HDP, DBP, ESP, Dengê Platforma Girtî û Nemiran (OTSP), MEYA-DER û gelek kes amade bûn.
Darbesta Berfû bi ala sor û gulên ji Dersimê anîbûn xemilandin. Jinan darbesta Berfû hilda û heta goristanê bi dirûşmên "Bijî PKK”, "Şehîd namirin" alên sor û posterê Berfû hildan. Di merasima definkirinê de pankarta "Berfû Dîlan Canbay bê mirine" hat vekirin. Dema ku Berfû hat definkirin dayika wê Melek Canbay lorand û got: "Berfû ma ji bo ez te bikim binê axê min te anî cîhanê." Piştî definkirina cenaze, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.
'Berfû ala Zîlan û Semayan hilgirt'
Di merasimê de Hevseroka MEYA-DER'a Amedê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku Berfû ala Zîlan û Semayan hilda û got ku Berfû li hemberî zilmê serî netawand, dê ew jî ala wê hildin û riya wê bişopînin.
Alîkara Serokê Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu jî axivî û ev tişt anîn ziman: "Arjîn jinek ciwan a gule berda faşîzma AKP'ê û ji gotina wê ji bo me 'divê jin xwe li dijî faşîzma AKP'ê birêxistin bikin' bû. Em ê jî heta dawî li ser riya wan têkoşînê bilind bikin.”
Li ser navê OTPS'ê Îsmet Yurtsever axivî û da zanîn ku ev 40 sal e ji baranê zêdetir xwîna zarokên wan dirijînin û wiha pêde çû: "AKP aştiyê wek jehrê dibîne, lê dê AKP herî dawî jî jehrê vexwe."
Gor bi ax û gulên Dersimê xemilandin
Piştî axaftinan dayika Berfû û hevalên wê axa ji Dersimê anîbûn li ser gora wê wer kirin û gor bi gulên Dersimê xemilandin.
Ji bo Berfû li Erxeniyê serdanên sersaxiyê tên qebul kirin.
(zt)