ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:05

*Jinên Kampa Roj ya ku koçberên ereb lê dimînin bi piştevaniya rêxistina jinan projeyên serkeftî pêş dixin.

*Jinên navçeya Kerboranê dest bi çêkirina beniyan kirin. Jinan diyar kirin ku çêkirina beniyan, basîq û dims çanda herêma Mêrdînê ye.

*Endama Komîteya Nivîsandina Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Derya Remezan têkîldarê dagirkeriya artêşa Tirkiyeyê ya li ser bajarê Cerablûsê nirxandin kir.

*Fermandara YJA STAR’ê Bêrîtan Rûken bi pênûsa girt destê xwe hemû renginiya jiyanê derbasî wêneyan kir û got: “Hunera herî mezin şer e.” Bêrîtanê da zanîn ku kirina pêşengtiya jiyana azad ya herî mezin hunere û got gerîlatî jî bixwe hunere.

* Cenazeya şervana jin Eylem Ataş ku li Mînbîcê jiyana xwe ji dest da ev 83 roje tê sekinandin. Hevalên Eylemê gotin: “Dema dor tê hêza wan her cureyê tavîzê didin û sînoran ji holê radikin. Eylem ji ber jinek bû û ji bo gelê xwe şer kir, nekere bikeve welatê xwe.”

*Jina bi navê Zozan Yilmaz li hewşa mala xwe ya di nava betonê de sebze û fêkî çandiye û hewcedariya xwe ya havîn û zivistanê peyda dike. Zozanê got ji baxçeyê hewca xwe ku bi destê xwe çandiye xwarina xwe digirin û ji derve dan û standinê nakin.

*Hanim Yavuzel ya ku kurê xwe Mehmet Yavuzel yê 23 salî ku endamê DBP PM’ê bû di bodruma Cizîrê de winda kir got: “Mehmet, Pakîze, Ferîde naqedin. Nekarin me biqedînin. Yek kesek jî bimîne wê têkoşîn bidome. Koza me jî bimîne wê vê dewletê bişewitîne. Li dijî zilma dewletê kesên ji xwe re dibêjin ez mirovim divê têbikoşe.”

*Rozerîn Kalkan ya li Mêrdînê hat binçavkirin 9 roja li Şaxa Têkoşîna bi Terorê re rastî îşkeceya zayendî ha û pê belgeyên ku polîsan amade kiriye, dan îmzekirin. Rozerîn ji girtîgeha Mêrdînê, beyî daxwaza wê gotin ‘emê te bikujin’ û revandin. Şerîfe Kalkan ku bi rojane li zaroka xwe digire hîn kir ku li girtîgeha Nîgdeyê di hucreyekê de tê girtin.

*Malbateke ku li şûna ku nanê hişk bavêje kolanê, berhev dikin û difroşin xwediyên sewalan. Ev pêkanîna ku li dijî îsrafê tê kirin, li Amedê bi lez belav dibe.

*Mamosteyên jin yên li Wanê ji peywirê hatine girtin diyar kirin ku ji ber li dijî şer gotine aştî ji peywirê hatine girtin û got ew li pişt têkoşîna xwe ne.