Jinên Kampa Rojê bi projeyên xwe astengiyan derbas dikin
09:07
Rûken Dêrik/JINHA
DÊRIK- Jinên Kampa Roj ya ku koçberên ereb lê dimînin bi piştevaniya rêxistina jinan projeyên serkeftî pêş dixin.
Kampa Roj ya ku li bajarê Dêrik ya Kantona Cizîrê ji bo koçberên ereb yên bajarên Iraqê û Mûsulê hatine, hatiye avakirin. Her çiqas şert û mercên jiyanê zehmet be jî, bi piştevaniya Rêveberiya Xweser gelên kampê pêdiviyên xwe pêk tîne. Li Kampa Rojê nêzî 500 malbat dijîn û piraniya wan jî jin û zarokin. Jinên kampê jî bi piştevaniya rêxistina jinan projeyên perwerdehî, qursên karê hunera destan û tendirûstiyê yên girîng pêş dixin.
Li kampê me qursên perwerdehî dane destpêkirin'
Têkîldarê projeyê Nûnera Desteya Jinê û endama Wexfa Jina Azad Şêrîn Mihemed diyar kir ku wan projeyên nû yên perwerdehî dane destpêkirin û wiha got: "Em bi rêya rêxistina jinê ya Weqfa Jina Azad li vir bi jinan re elaqedar dibin. Em du heval li vir erkdarin. Ya yekemîn perwerdeya zimanê kurdî ye. Herwiha ji bo fêrbûna karên hunera destan û rîsandinê jî kûrsên me vebûn. Kûrsa me ya tendûrustiyê jî heye ku hevalên ji Heyva Sor a Kurd perwerde didin û jinan fêrî alîkariya sereke dikin."
'Ji ber kevneşopiyên pergalê jin rastî astengî tên'
Şêrînê destnîşan kir ku, ji ber kevneşopiyên pergala desthilatdariyê jin gelek zehmetî kişandine û wiha domand: "Me xebatê perwerdekirina jinan pêk anî. Di serî de me hinek zehmetî kişandin. Mînak malbatan qebûl nedikir ku jin kar bikin. Dema me çarçoveya projeyên xwe ji wan re anî ziman û me bi wan da fêmkirin ku em ê jinan perwerde bikin, hinekê rehetir nêzîk bûn. Me dest bi perwedeyên tendûrustî, ziman û rîsandinê kir."
'Em ê pirtûkxaneyek li kampê vekin'
Şêrînê destnîşan kir ku, ji bo jinê ji bandora hişk a çanda civakî derxînin, pêwîstiya sereke bi perwerde û birêxistinkirinê heye û wiha pêde çû: "Ji ber vê yekê jî me plansaziya xwe çêkiriye ku em ê pirtûkxaneyekê vekin, ku ji pirtûkên Rêber Apo yên derbarê mafên jinê û parastina wê, herwiha yên dîroka jinê pêk bên. Wiha jinên ereb ên koçber dê bikaribin derbarê xwe de bibin xwedî agahî. Herwiha dê gavên xwe yên ji bo dema pêş xurtir biavêjin."
'Jin eleqeyek mezin nîşanî perwerdê didin'
Şêrînê bi lêv kir ku ji bo ew jinan ji atmosfera şer dûr bixin wan perwerdehiya zimanê kurdî dane destpêkirin û wiha pêl da axaftina xwe: "Elaqeyeke baş ji vê perwerdeyê re jî heye. Ew fêrî zimanê me dibin û ev yek hev hîskirin û danûstendinê jî hêsantir dike. Em hewl didin projeyên xwe berfirehtir bikin. Di vê mijarê de bêguman pêdivî bi piştevaniyê heye.
Ji bo pêşketinê pêwîstî bi perwerdê heye
Ji jinên koçber ya Kampa Rojê Eyşê Xelef diyar kir ku ew ji sala 2014'an de derbasî kampê bûye û wiha got: "Me bîra ax û dibistana xwe kiriye. Li vir ji bo me derfet hatiye dayîn. Em jî dixwazin ji van projeyên perwerdê sûdê werbigrin. Ez dixwazim mafên jinên ereb jî neyê xwarin. Ji bo vê pêwîste em xwe pêş bixin, perwerde bibînin. Ez di wê baweriyê de me ku emê projeyên xwe bi ser bixin û bigihîjin azadiya xwe."
(en/rc)