'Eylem mîrateya Arînê ye emê bigirin’
09:13
JINHA
AMED – Cenazeya şervana jin Eylem Ataş ku li Mînbîcê jiyana xwe ji dest da ev 83 roje tê sekinandin. Hevalên Eylemê gotin: “Dema dor tê hêza wan her cureyê tavîzê didin û sînoran ji holê radikin. Eylem ji ber jinek bû û ji bo gelê xwe şer kir, nekere bikeve welatê xwe.”
Şervana Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Eylem Ataş (Cemre Heval) di azadkirina Mînbîcê de jiyana xwe ji det da û ev 83 rojin li sînor tê payîn. Heval û malbata Eylemê ev 3 mehe têdikoşin ku cenazeyê bigirin. Endama SGDF’ê da zanîn ku zîhniyeta ku Eylemê li sînor dide sekinandin, bi zîhniyeta ku bedena Ekîn Wanê teşîr kir, cenazeya Dayika Taybet li kolanê da sekinandin re haman e.
‘Dewleta mêr dîsa êrîşê bedena jinê dike’
Rewşanê da zanîn ku dewleta mêr wek her tim dîsa êrîşê bedena jinê dike û got: “Yekane pirsgirêka dewleta mêr eve ku Eylem ji bo rumeta mirovahiyê şer kiriye. Şerkirina jinê ya li dijî wan nayê hezm kirin. Hewl didin ku pêşî li yekbûna jinê û xwedî derketina li Eylemê bê girtin.”
‘Eylemê ji me re mîrate hişt’
Rewşanê bi lêv kir ku wê Eylemê bi xakê re bînin cem hev û ev tişt anîn ziman: “Em jin wek her tim tişta herî baş ya em dizanin wê pêk bînin. Emê berxwe bidin. Emê li dijî hemû zor û zehmetiyan têbikoşin. Emê Cemre Hevalê bi xakê re bînin cem hev. Em teqez serî natewînin. Ji ber Eylem û Arînê berxwedan j ime re wek mîrate hiştin.”
(mm/hu)