Li girtîgeha Mêrdînê îşkeceya zayenî sîstematîk dibe - TAYBET
09:15
JINHA
MÊRDÎN-Rozerîn Kalkan ya li Mêrdînê hat binçavkirin 9 roja li Şaxa Têkoşîna bi Terorê re rastî îşkeceya zayendî ha û pê belgeyên ku polîsan amade kiriye, dan îmzekirin. Rozerîn ji girtîgeha Mêrdînê, beyî daxwaza wê gotin ‘emê te bikujin’ û revandin. Şerîfe Kalkan ku bi rojane li zaroka xwe digire hîn kir ku li girtîgeha Nîgdeyê di hucreyekê de tê girtin.
Li gorî agahiyên ji Şerîfe Kalkanê hatiye girtin di 15’ê Tebaxê de polîsan bi ser mala wan de girtiye û Rozerîn Kalkan ya 19 salî binçavkirine. Rozerînê dibin TEM’ê û 9 rojan îşkenceya zayendî lê dikin û belgeyên ku polîsan amade kirine, pê didin îmzekirin. Parêzerekî li Baroya Mêrdînê qeydkirî jî ligel van pêkanînan cih girtiye.
Ji girtîgehê revandin
Rozerîn di 24’ê Tebaxê de ji aliyê dadgehê ve tê girtin û dişînin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Hefteyek şûnde Rozerînê dibin cem kesekî dibêjin midûrê duyem yê girtîgehê ye. ev kesê navê wî nehatiye hîn bûn ji Rozerînê re gotiye ‘PKK wê te bikuje, emê te bigirin girtîgehek din.’ Pê kaxizan dide îmzekirin. Bi zarokê dibin girtîgeheke din.
Malbatê du hefteyan hewl dan ku cihê keça xwe hîn bikin. dayika wê Şerîfe Kalkanê da zanîn ku wan hîn kiriye ku Rozerîn li girtîgeha Nîgdeyê di hucreyekê de tê girtin.
Şerîfeyê wiha got: “Ez çûm hevdîtin awê. Li girtîgehê jin tinebûn. Gardiyanên mêr li ser hucreya yek kesî sekinîbûn. Ewlehiya canê keça min tine. Li cihekî bi xetere. Dema keça min girtin me parêzer şandin, lê negirtin cem wê. 5 rojan îşkence li keça min kirine. Tazî kirine û gotine emê tecawizê te bikin. Lê parêzerekê tînin cem keça min. Ew parêzer dibêje ez ji cem malbata te têm, vê belgeyê îmze bike em te berdidin. Kesên ku keça min nas nake li ser îfade dane. Emê serlêdana sûc li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bikin.”
(ea/hu)