Gelê Amûdê reşnivîsa hevpeymana civakî nîqaş kir
09:40
JINHA
AMÛDÊ- Heyeta Rêveber ya Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava- Bakûrê Sûriyê li bajarê Amûdê reşnivîsa hevpeymana civakî nîqaş kir.
Li Mala Jinê ya bajarê Amûdê bi tevlîbûna Heyeta Rêveber ya Meclîsa Damezirîner a Sîstema Demokratîkk a Rojava- Bakûrê Sûriyê û bi dehan welatiyên gund û bajar civînek pêk hat. Di civînê de ji bo têkoşerên cangorî deqîqeyekê rêz hate girtin, paşê belgeya reşnivîsê li ser beşdarên civînê hate belavkirin. Endamê Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federla Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Luqman Ehmê di derbarê hevpeymana civakî de da xuyakirin ku ew ê bi nêrînê gel dewlementir bibe. Luqman diyar kir ku, ew li her derê nîqaşên derbarê hevpeymana civakî de kur dikin û wiha got: "Heya 6 mehên pêşiya me jî dê nîqaş û xebata me dewam bike. Ji bo ku Hevpeyman amade bibe, em ê nêrînên hemû pêkhate û beşên civakî bigrin."
Luqman bal kişand li ser tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û diyar kir ku, gel divê li ber xwe bide û li dijî vê zilmê bisekine. Ehmê sîstemên navendî yên ku li Rojhilata Navîn desthilatdar in nirxand û got: "Pergalên navendê mehkûmê xitimandinê ne. Lê emê pergaleke ne navendî damezirin. Ev pergal dê hemû beşên civakê temsîl bike. Ev projeya yekane ya demokrasiyê li Rojhilata Navîn e."
Piştî nirxandina Luqman, endamê heyeta Wetenî Erebî Nemet Axa reşnivîs xwend. Di civînê de nîqaş û pirs hatin pêk hatin. Li ser pirsa ku dê pergala rêveberî çawa be jî Luqman Ehmê di vê barê de jî da zanîn ku tevahiya heyet û meclîs, komînên gel dê bi rêya hilbijartinê werin diyar kirin.
(rh/en/rc)