Mamosteyên jin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:52
JINHA
DERSIM- Li Dersîmê mamosteyên ku ji kar hatin dûrxistin diyar kirin ku, ew ê heya dawiyê li ber xwe bidin û gotin ku, ew ê bi berxwedanê bi serbikevin.
Pişti ku li Tirkiyê OHAL hatiye îlan kirin şûnde pekûtiyên wê jî ketin dewreyê. Hikûmetê dest avêt ser gelek şaredariyên DBP’ê, li gel vê yekê jî bi hezaran mamoste yên ku li Tirkiyê perwerdehî didan ji kar hatin dûr xistin. Li Dersimê jî 504 mamoste ji kar hatin avêtin û dûr xistin.
‘Hikûmet mamosteyan û akademîsyana ceza dike’
Mamosteya Zanîngeha Munzûrê Akademîsyen Emine Sevîmê diyar kir ku, pirsgirik ne tenê dûrxistina mamosteyane û got ku, bi hewledana darbeyê re êrişên ser mamosteyan û akademîsyana zêde bûn û wiha axivi: "Bi rastî ez van pêk anînan ne tenê pirsgirika mamoseyan dibinim, ez vê wekî êrişa li ser perwerdehiya civakê dibînim. Bi vî awayî dixwazin li gel mamosteyan mirovan jî mexdûr bikin. Ev jî hemleyek polîtike, ev politika jî bandorê li tevahî tirkiyê dike. Niha pirsgirikek sereke a kurd heye, li hemberî vê nêzîkbûnên şaş û sekna hikûmetê bû sedema şerê serbixwe û her ku roj derbas dibe ev şer mezintir dibe û rewş awarte dibe. Mixabin em bê hêvîne der barê vê de, ji ber tu bangawazî û daxuyaniyek erênî nayên kirin. Lê ger em nebin yek û di berxwedanê de em mil nedin milê wê demê em nikarin diwarên vê pirsgirikê û şer bişikînîn. Avêtin û dûrkirina mamosteyan û akademisyana jî tê wê wateyê ku, hikûmet me ceza dike. Lê ez wê baweriyê de me ku em ê bi berxwe bidin û qezenc bikîn.”
‘Berxwedana me dê berdewam bike’
Mamosteya bi navê Bêrîvan Alan jî da zanîn ku, dûrxistina mamosteya bê mafiyê û wiha got: "Em vê yeke qebûl nakin, ji ber wê jî em ê her roj li qadan bin. Heya ku mafê me didin me. Em destur nadin ku, ew keda ku me dayi û rûmeta me bê binpêkirin. Ji bo wê jî pêdivî bi çi heye em ê bikin. Berxwedana me dê berdewam bike.”
‘Heya em mafê xwe digirin em ê têbikoşin'
Songûl Ayyildiz jî ani ziman ku, karavêtina mamosteyan nayê qebûl kirin û bi lêv kir ku, ev nêzikbûna hikumetê nêzikbûnek şaşe û wiha domand: "Em li vir tenê perwerdehîyê didîn, em bi keda xwe hatine li vir û niha em bûne mexdûrên bêmafiyê. Lê em vê bêmafiyê qebûl nakin. Li vir ji sedî 70'î mamoste ji Dersîmê bi xwe ne. Em li vir di perwerdehiya de Dersîmê ji xwendekarên xwe re vedibêjîn. Di ezmûnên zaningehê de jî li Dersîmê xwendekarên me diçin zaningehê herî baş serkeftine perwerdehiyek baş tê dayin. Lê ez bawer dikim ku dewlet vê yekê tehmûl nake. Em destûr nadin ku mamoste ji derve bên li vir dersan bidin xwendekarên me. Em ê bidin û ev jî mafê me ye.”
(zyd-be/rc)