Jin: Em biryara dewlet û qeyûman nasnakin

10:14

JINHA

WAN- Jinên Wanê tayînkirina qeyûmên ji bo Şaredariyên DBP’ê şermezar kirin. Jinan gotin: “Em sîxuran di nava şaredariyên xwe de naxwazin û em dewlet û qeyûman nasnakin.”

Li dijî tayînkirina qeyûman her ku diçe bertekên gelê Wanê zêde dibe. Jinên Wanê li ser qeyûman bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku, şaredarî bi îradeya gel hatiye hilbijartin û wiha gotin: "Nikarin bi serê xwe sîxuriyên xwe li ser şaredariyên me pêk bînin. Em gel ê kurd qeyûman nasnakin û eger gelek ji xwe bawerbin bila bên ser sondoqan û vîna me bibînin.”

‘Em biryarên dewletê nasnakin’

Jina bi navê Beybûr Tîmur têkîldarê tayînkirina qeyûman wiha bertekên xwe anî ziman: “Şaredarî ya gel ê kurde. Dewlet nikare bi biryarên xwe qeyûmên xwe bike nava şaredariyên me. Em şaredariyên xwe nakin destê kesek din. Bi salane zilm û zordariyê li ser gel ê kurd dike û niha jî dest danîne li ser şaredariyên me. Em bi salane wan nasnakin û niha jî nasnakin. Heya dawiyê em ê xwedî li şaredariyên xwe derbikevin.”

'Dewlet ji ber tirsa hilbijartinê dest danî ser şaredariyan'

Jina bi navê Feleknaz Tîmur jî tayînkirina qeyûman şermezar kir û wiha got: "Em qeyûman nasnakin û şermezar dikin. Dewleta tirk dizane ku dê hilbijartinê de têk biçe û bi tirs dest danî li ser şaredariyên me. Em biryarên dewletê nasnakin. Bi serê xwe jî nikarin biryaran bigirin. Em heya niha bi şaredariyên xwe serkeftîne û bila dewlet walî qeymeqemên xwe neke nava Şaredariyên me. Eger wisa bi qeyûman berdewam bike kes qeyûman nasnake û demên hilbijartinê jî kes naçe li ser sandoqan.”

‘Armanca dewletê pêk nayê’

Aysel Demîr jî bi lêv kir ku, divê êdî dewlet destê xwe li ser vîna gelê kurd rake û wiha pêde çû: "Ez dixwazim ku dewlet destê xwe li ser vîna me rake. Ji ber ku nikare bibe asteng. Çi bikin bila bikin nikarin ji bo gelê kurd bibin asteng. Bi salane van polîtîkayên xwe pêk tînin lê ne gihişîn armancên xwe . Ev qeyûme jî nagihije armanca xwe. Nikarin li hemberî gel hilbijartina nû bikin. Vîna gel dizanin û bi zorî dest danin li ser îdareya me.”

'Bila li ser sandoqa me û vîna me bibîne'

Medine Işık jî got ku, bi salane dewlet polîtîkayên qirêj li ser gel ê kurd pêk tîne û wiha domand: “Qeyûm berdewamiya polîtîkayên berê ne. Dewletê berê bi zorî dest danî li ser axa me û em derdixistin. Niha jî bi zorî dest danî li ser şaredariyên me. Em êdî van zor û dest dayîna qebûl nakin. Bila li ser sandoqan me û vîna me bibîne.”

(hk-db/rc)