Navenda SYPG'ê li Kobanê hat vekirin
10:36
JINHA
KOBANÊ- Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan li Kantona Kobanê yekemîn navenda xwe bi dirûşmeya "Bijî Yekîtî û Piştgirya Gelan" vekir.
Li Kantona Kobanê Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bi merasîmek navenda xwe vekir. Merasîma vekirinê li Salona Meclîsa Zagonsaz bi beşdariyeke berfireh a gelê Kobanê pêk hat. Salon bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên SYPG û YPG-YPJ'ê hate xemilandin. endam û nûnerên rêxistinên Kantonê jî beşdarê merasîmê bûn.
Di serî de ji bo têkoşeran deqîqeyekê rêz hate girtin. Paşê sînevîzyona bi rojeva berxwedêrên di şoreşê de, hate temaşekirin. Her wiha rêvebera SYPG Bêrîtan Kobanê axaftina vekirinê kir û got: "SYPG'ê xebateke berfireh li Rojava meşandiye, bi baweriya cîhaneke bêsînor, bêçîn, wekhevî, dadmend û biratî û aştiyê."
Merasîm bi stranên Koma Botan û govendê bi dawî bû.
(ze/en/rc)