Baska Jinan ya PYD'ê girîngiya rêxistinbûnê bi jinan dide nasîn
11:01
JINHA
TIL TEMIR- Baskê Jinê ya PYD'ê bi armanca danasîna girîngiya rêxistinbûnê ji jinan re civînek li dar xist.
Baskê Jinan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca danasîna giringiya rêxistinbûnê ji jinan re li gundên bajarê Til Temirê civîn li dar dixin. Bi vê mebestê li gundê Riguba ya bajarê Til Temirê bi tevlîbûna endama Meclîsa PYD'ê Gulistan Xelef civînek hat organîzekirin. Di civînê de rêveberên Baska Jinê ya PYD'ê Emanî Îbrahîm û Medya Ridwan jî amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Meclîsa PYD'ê Gulîstan Xelef li ser rewşa jinê û berxwedaniya ku bi pêşengiya jinê di şoreşê de tê rêvebirin rewastiye û wiha got: "Bi saya berxwedaniya hêzên YPJ'ê îro rojavayê Kurdistanê ji çeteyan rizgar dibe, YPJ'ê bi hêz û vîna xwe ji bo me tevan mînak e."
Gulistanê diyar kir ku, di civakê de hîna bandora zayendperestiya civakî bidawî nebûye û wiha domand: "Malbat keçên xwe bi temeneke piçûk dizewicînin û li ser jinan şîdet pêk tînin. Ji bo ku ev civak were guhertin divê jin têkeve nava têkoşînekê û zihniyeta heyî bighure. Êdî bila tirsê ji dilê xwe derxîne û bizanibe ku rêxistin û artêşa jinê li pişt wê ye."
Gulistanê herwiha girîngiya birêxistinbûna jinan wiha nirxand: "Dema jin xwe birêxistin bike dê civak zane bibe." Gulistanê bal kişand ser eleqeya jinên ereb û pêkhateyên din ji têkoşîna jina kurd re û wiha pêde çû: "Jinên kurd pêşengiya jiyana azad dikin. Ev yek dê ji hêla jinên din ve jî pêş bikeve. Gulîstanê di dawiyê de ji jinan xwest ku li keda xwe xwedî derkevin û xwe zane bikin ji bo ku zihniyeta serwer bidin guhertin û desthilatdariya heyî bişkênin.
Di berdewamiya civînê de jinan pirsên di derbarê rewşa siyasî kirin û di derbarê pirsgirêkên jinan ên wek zewaca di temenê piçûk, pir-zewacî, şîdet û lêxistina jinan û têkoşîna ku li beramberî vê tê kirin, nêrînên xwe anîn ziman. Bi giştî wek nêrîna hevbeş jinan jî dane diyarkirin ku encex bi rêxistinbûnê dikarin pêşî li ferasetên desthilat bînin.
(sş/en/rc)