Dibistanên Kobanê vebûn
11:12
JINHA
KOBANÊ- Îro li Kantona Kobanê bi awayeke fermî dibistan, di nav coşeke mezin a xwendekaran de hat vekirin.
263 dibistanên Kantona Kobanê ku 13 ji wan yên navenda bajar û 250 jî yên gundan in, di bin sîwana KPCD û girêdayî Desteya Perwerdeya Kantonê îro bi awayeke fermî vebûn. Dibistan bi coşeke mezin a xwendekaran vebûn û 23 hezar xwendekarên Kobanê dest bi perwerdeya xwe ya sala 2016-2017'an kirin. Pol û hewşên dibistanên ku beriya du salan di nav şer de bêdeng bibûn, niha bi ken û dengê zarokan zindî bûne.
Li navenda bajarê Kobanê bi giştî 13'e dibistan hene ku ji wan 1 amadehî, 4 dibistanên navîn û 8 jî seretayî ne.
Di sala nû ya xwendinê de dê hin guhertinên berçav jî hebin. Ji bo vê beriya ku dibistanên Kobanê bên vekirin bi qasî 6 mehan hezar û 500 mamosteyên ku dê di sala nû ya perwerdeyê de erk bigrin, li ser materyal û bernameya fêrbûnê ya nû ku bi zimanê kurdî hatine amadekirin perwerde dîtibûn. Îsal xwendevan dê ji refa yekemîn heya refa 12'an bi kurdî bixwînin. Herwiha ji refa 4'an pêve jî waneyên dersên Iingilîzî û erebî dê bê dîtin.
(rê/en/rc)