Şervanên YPJ/YPG'ê bi merasîmek dewreya perwerdê bi dawî kirin
11:37
JINHA
HESEKÊ-Akademiyên Şehîd Xebat û Şehîd Şîlan ya YPG-YPJ'ê dewreyên xwe bi coşeke mezin bi dawî kirin.
Akademiya Şehîd Xebat dewreya Şehîd Azad ya ku ji 37 şervanan pêk tê û Akademiya Şehîd Şîlan ya bi navê Şehîd Eylem ku ji 13 şervanên YPJ'ê pêk dihat bi merasîmek leşkerî û şahiyek hevbeş dewreyê perwerdehiyê bi dawî kirin.
Di şahiyê de şervanên YPG-YPJ'ê, malbatên şervanan, nûnerên saziyên civaka sivîl jî amede bûn. Piştre fermandara YPJ‘ê Destîna Kobanê dewreya leşkerî pîroz kir û ji şervanan re serkeftin xwest. Destînayê bi berfirehî bûyerên siyasî yên li Rojava û herêmê diqewimin nirxand û li ser girîngiya YPG-YPJ'ê jî rewastiya û bi bîr xist ku dê ev hêz ku çavkaniya xwe ji têkoşerên cangorî digire bi ser bikeve.
Di dawiyê de anî ziman ku ewê li ser xeta azadiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.
Paşê şervanên YPJ û YPG‘ê derketin û soza ji bo azadiya gelan têbikoşin dan.
Di dawiya merasîmê de Şervanên YPJ/ YPG‘ê li ber stranên şoreşgerî govendek gerandin.
(ls-ee/en/rc)