Heyetek ji Desteya Perwerdeyê serdana dibistanan kir
12:56
JINHA
KOBANÊ- Heyetek ji Desteya Perwerdeyê bi munasebeta vekirina dibistanên Kantona Kobanê, serdana dibistanan kir û destpêkirina sala nû ya xwendiniyê, li xwendekar û mamosteyan pîroz kir.
Heyeta ku bi ser navê Desteya Perwerdeya Kantona Kobanê di roja yekemîn ya vebûna dibistanan de serdana dibistanan kirin, Hevseroka Desteyê Nesrîn Kenan, Cigirê Hevserokatiyê Zozan Hemê û Rêveberê Desteyê Rodîn Mihyedîn tê de cih girtin. Heyet di merasîma vekirina dibistana Şehîd Perwîn Kobanê de amade bûn û li wir axaftinek kirin. Li ser navê heyetê Perwînê wiha got: "Em vebûna dibistanan pîroz dikin û serkeftinê dixwazin. Em di demekê ku şehîdên xwe yên berxwedanê bi bîr tînin, wan ji bo ziman û azadiyê têkoşîn kir. Niha li vir em jî xeyal û xwestekên wan pêk tînin. Jiyan bêyî ziman nabe, em ê jî xwedî li zimanê xwe û azadiya xwe derkevin."
Nesrînê jî, ji xwendekaran xwest ku giranî bidin serkeftina xwe ya dibistanê û dûvre xwendekaran jî bi dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" merasîma vekirina dibistanê bi dawî kirin û derbasê polên xwe bûn.
Serdana heyetê li dibistanên din ên bajêr dewam dike.
(ze/en/şz/rc)