Emîneyê bi zora çekê hat revandin 3'ê roje agahî jê nayê girtin
13:54
JINHA
EDENE - Di 16'ê Îlonê de li Edeneyê jina bi navê Emîne Turgut bi zora çekê hat revandin, ev 3 roj e tu agahî jê nayê girtin.
Jina bi navê Emîne Turgut (30) di 16'ê Îlonê de bi birazya xwe ŞeymaTurgut (15) re ji bo sewalên xwe biçêrîne çûn ber Çemê Seyhanê. Piştî demekî 3 kesên hatin herêmê, bi çekê gef li Emîne Turgut xwarin û li maşînê sîwar kirin ji herêmê revandin. Li ser buyerê Şeyma Turgut hat malê û agahî da kalê xwe Orhan Turgut. Orhan li ser buyerê li dozgeriyê gilî kir û diyar kir ku keça wî ji hêla kesên bi navê D.B. û kurapên wî Î.B. û A.B. ve hatiye revandin. Malbata ev 3 roj in tu agahî ji keça xwe nagirin, di nava fikaran de ne.
(rc)