Herêma Serhedê sibê li hemberî qayûman derdikeve qadan
14:41
JINHA
WAN - Piştî li herêma Serhedê jî li dijî şaredariyên DBP’ê qeyûm hatin tayînkirin, dê gel sibê derê qadan û qeyûmê şernezar bike.
Dê li dijî qeyûmên li dijî şaredariyên Riya Armûşê, Qelqelî, Artemêt û Erdîşê yên Wanê hatin tayînkirin dê çalakiyên şermezarkirinê bên li darxistin. Dê sibê li Kuçeya Hunerê ya Wanê bi beşdariya hevşaredar, endamên meclisê, rêveberên DBP û HDP'ê dê bi girseyî daxuyanî bên dayîn.
Li navçeyên Giyadîn a Agiriyê, Tozana Îdirê û Xinûsa Erziromê jî dê gel dakeve qadan û qeyûman şermezar bike. Dê qeyûmên ji hêla AKP'ê ve hatine tayînkirin bên şermezar kirin û kar bê berdan.
Şaredariyeke ku hatibû destaserkirin jî navçeya Kopê ya Mûşê bû, nobeta ji bo şermezarkirina qeyûmê didome, dê gelê Kopê qeyûman şermezar bike.
Saetên çalakiyên sibê wiha ne:
Giyadîn: Saet di 11.00'an de daxuyaniya çapemeniyê.
Xinûs: Saet di 11.00'an de li navenda nacvçeyê daxuyanî.
Kop: Saet di 11.00'an de li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê daxuyanî.
Wan: Saet di 13.00'an de li Koçeya Hunerê daxuyaniya girseyî.
Tozan: Kar berdan û daxuyaniya çapemeniyê.
(zt)