Li Wanê dê sibê mamoste li ber dibistanên xwe bigihin hev
16:14
JINHA
WAN - Sibê di roja despêka perwerdê de dê mamosta li ber dibistanên xwe bibin. Hevseroka Şaxa Egîtîm-Sena Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît girêdayî mijarê got: “Em ê sibê li ber deriyê dibistanên xwe bin. Em li benda piştgiriya xwandekar û malbatanin.”
Çalakiya mamostayên bi biryara KHK’ê ji peywirê hatin girtin li Şaxa Egîtîm-Sen a Wanê berdewam dike. Mamosta di avahiyê de bi cilên Egîtîm-Senê çalakiya xwe didomînin. Îro jî Endamê MYK’a Komeleya Mafê Mirovan (KMM) Şevket Akdemîr mamosteyên çalakiyê didomînin ziyaret kirin.
Hevseroka Şaxa Egîtîm-Sen a Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît diyar kir ku, ew gotinên medyaya civakî digerînin derewe û wiha berdewam kir: “Tiştek fermî ji bo wan neçe dê heya dawiyê jî çalakiyên xwe bidomînin. Sibê jî hemû mamosteyên ku ji kar hatî dûrxistin dê biçin serlêdana dibistanên xwe bikin. Perwerdeya 2016-2017 de emê têkoşîna xwe bidin. Ez mamosteyên ku çûyî li ser karê xwe jî pîroz dikim û dibêjin em jî heya yek mamostayên me jî neçûyî li ser karê xwe em ê ber xwe bidin. Em ê vê pêvajoyê bi gel mamoste û xwendekarên xwe jî parvebikin. Ev ne tenê darbeya li ser mamosteya ne, darbeya pêşerojane.”
Endamê MYK û KMM’an Şevket Akdemîr jî dazanîn ku, cihê bê mafî lêhebe dê li wê piştgirî bidinê û wiha got: “Bê huquqî heye û em jî dê heya dawiyê piştgirî bidinê. Îktîdarek wisa heye ku rûmetê ji zagonan nagire û em jî li hemberî wan ber xwe bidin. Mamosteyên ku ji peywirê hatin girtin bê huquqiye.”
(hk-htk/zt)