ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Qezîfe Xelef yek ji jinek êzidiye ku axê xwe terk nekirye. Qezîfeyê ji ber bi tenê hatiye hêştin bi alikariya rêxistinên jinan jiyana xwe didomîne.
*Jinên bajarê Til Temirê ji bo aboriyê xwe serbixin xebat didin meşandin diyar kirin ku, divê jin xwe muhtacê mêr nekin û cihê xwe di qadên aborî de bigrin.
*Jinên girtî yên girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê diyar kirin ku wan nabin nexweşxane û girtîgehê û gotin ji bo 30 girtiyên jin 2 meh cezayê ragîhandinê hatiye dayîn.
*Li Amedî welatî bi armanca ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe her şev saet di 20.00'an de çalakiya tefandina lampeyan pêk tîne. Welatiyan got: "Bêdengî wê felaketên mezin pêk bîne. Ger em bêdeng bin wê dor bê me. Divê em berxwe bidin."
*Şanoya Derme ya Stenbolê hat Nisêbîna di bin dorpêçêde ye û ji bo zarokan lîstikên şano û pandomîn lîstin. Ji Şanoya Derme ya Stenbolê Derya Saglam got: "Kolan ne tenê cihên ku polîs lê bigerene. An jî zarok lê bi tirs bigerene. Dikare li vir tiştên xweşik pêk bên. Em tenê dixwazin di dem ali virin de hinek navberê bidin atmosfera şer."
*Jinên Sîlopyayê bertek nîşanê tayînkirina kayyuman a ji bo şaredariyên DBP'ê dan û diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê ji hêza jinê ditirse û got: "Em jin ti car li dijî vê dadiyê serî natewînin. Em bi saziyên xwe yên jinan re wê xebatên xwe bimeşînin û li qada bin."
*Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yuksel Aslan Acer di serde girtina malan de hat binçavikrin û ev 14 roje di bin çavan de ye. Hevalên wê yên xebatê bertek nîşanê rewşê dan û gotin: "Xebat ji ber di asteke ku zîhniyeta mêr dida zorê, muxataba destpêkê Yuksel hat binçavkirin.Di şexsê Yukselê de xebatên jinan hedef hatin girtin."
*Navenda Piştevaniya Jinan a Ekîn Cerenê li kampa Êzidiyan a Amedê xebata sê rojan meşandin û encama xebatê de encam kirin rapor. Di xebatê de bi 350 jinî re hevdîtin hat kirin û li gorî raporê jin û zarokên li kampê dimînin, ji ber qerta wan ya nasnameyê tine nekarin biçin nexweşxaneyan û ji ber vê jî şert û mercên tenduristiya wan ne başe.
* Bi pêvajoya OHAL'ê re 11 hezar û 285 mamosteyên endamên Egîtîm Senê ji kar hatin durixistin. Rêvebera Egîtîm Sen a Êlihê Gulhan Oktayê diyar kir ku ev biryara hatiye girtin bandorek mezin li ser civakê dike û got di heman demê de bi vê biryarê re jin careke din wê hepsê malê bê kirin.