Li Mêrdînê girtiyên jin yên nexweş nabin dadgeh û nexweşxanê
09:25
JINHA
MÊRDÎN - Jinên girtî yên girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê diyar kirin ku wan nabin nexweşxane û girtîgehê û gotin ji bo 30 girtiyên jin 2 meh cezayê ragîhandinê hatiye dayîn.
Girtiyên jin yên girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê binpênkirinên mafan yên li girtîgehê bi nameyekê ragîhandin. Girtiyan dan zanîn ku dermankirina hevalên wan yên nexweş nayê kirin û nabin nexweşxanê û gotin: "Her wiha me nabin dadgehê jî. Tevî ku nabin dadgehê îdareya girtîgehê wekê ku em naxwazin biçin îdiayan davêjin holê. Dema me dibin nexweşxane û dadgehê jî leşker pêkanîna tekmîlê pêk tîne. Ev pêkanîna li ti girtîgehê tine ji aliyê leşker û îdareyê pêk tê. Ji ber me ev qebûl nekir, girtek tê girtin."
2 meh cezayê ragîhandinê
Girtiyan dan zanîn k udi 26'ê hezîranê de şanoyek lîstine û ji kaxizê çek çêkirin, di encama lêgerîna koxuşê de têkildarî pêlîstokên hatine dîtine girtek girtine û 2 meh cezayê ragîhandinê dane 30 girtiyan. Girtiyan di dawiya nameyê de diy arkirin ku ti aliyê vê yê hiqûqî tine û ev binpêkirina mafane.
(gc\hu)