Amedî her şev li dijî tecrîda Îmraliyê di çalakiyê de ne
09:29
JINHA
AMED - Li Amedî welatî bi armanca ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe her şev saet di 20.00'an de çalakiya tefandina lampeyan pêk tîne. Welatiyan got: "Bêdengî wê felaketên mezin pêk bîne. Ger em bêdeng bin wê dor bê me. Divê em berxwe bidin."
Piştî gireva birçîbûnê ya li Amedê ji aliyê 50 siyasetmedarên Kurd ve ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk dihat bi dawî bû, gelê Amedê dest bi çalakiya tefandina lampeyê kirin û her şev saet di 20.00'an de berxwedana xwe didomînin. li her derê Kurdistanê ev biryar hat girtin.
'Mezin û biçûkbûna çalakiyê tine'
Jina bi navê Dîlek Dolar got ji ber bertekên xwe bînin ziman tevlî çalakiyê dibin û got: "Divê em dengê xwe derxin. Ji ber vê em vê çalakiyê pêk tînin. Biçûkbûn û mezinbûna çalakiyê tine. Kî dengê xwe bide bihistin bila wisa bide bihistin. Em tabloya welat dibînin. Ji bo vê em dibêjin qey tiştek ji destê me nayê. Lê niha biryar hatiye girtin her şev saet di 20.00'an çalakiya deng derxistinê û tefandina lampeyê heye. Divê her kes li malên xwe tevlî vê çalakiyê bibin."
Nalan Kayci jî bi lêv kir ku îradeya gelê Kurd tine tê hesibandin û wiha got: "Divê em ji bo îradeya xwe di çalakiyê de bin. Îradeya me tine tê hesibandin. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê şertan giran dike. Her tiştê xerab ji deng û ronahiyê ditirese."
'Dem dema têkoşînê ye'
Jina bi navê Fatma Ozmen jî anî ziman ku tecrîd li dijî çi dibe bila bie ne mirovahiye û got dem niha dema têkoşînê ye. Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de got ew piştgiriyê dide çalakiya deng derxistinê û bang li hemû kesî kir ku ew jî piştgiriyê bidin çalakiyê.
Pembe Kardeş jî destnîşan kir ku ew her şev tevlî çalakiyê dibin û got Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurde divê her kes xwedî lê derkeve.
(sg-mla/hu)