'Em ê li dijî AKP ya ji hêza jinê ditirse têk neçin'
09:41
JINHA
ŞIRNEX - Jinên Sîlopyayê bertek nîşanê tayînkirina kayyuman a ji bo şaredariyên DBP'ê dan û diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê ji hêza jinê ditirse û got: "Em jin ti car li dijî vê dadiyê serî natewînin. Em bi saziyên xwe yên jinan re wê xebatên xwe bimeşînin û li qada bin."
Di 11'ê îlonê de ji bo 24 şaredariyên DBP'ê kayyum hat tayînkirin û îcata kayyuman ya yekem astengkirina xebatên jinan bû. Jinên Sîlopyayê wiha gotin: "AKP dixwaze saziyên me yên jinan bigire. ev hikûmet ji hêza jinê ditirse. Emê li dijî vê çavsoriya AKP'ê serî netewînin."
'Emê bi her awayî xebatên xwe bimeşînin'
Hevseroka HDP'a Sîlopyayê Aycan Azma diyar kir ku kayyum bi taybet ji bo astengkirina xebatên jinan hatine tayînkirin û got: "Dema mirov dinêrin di ti pêvajoyê de evqas komkujiyên jinan pêk nehatine. Dîsa zextên li ser jinan jî pir zêde ne. Detshilatdariya yekparêz jinê hedef nîşan dide. polîtîkayên qirêj yên serokkomar jinê hedef digire. Ev hikûmet ji jinê ditirse. Emê bi her awayî xebatên xwe bimşînin.em kayyuman ti car qebûl nakin."
'Ji hêza jinê ditirse'
Hevseroka MEYADER a Sîlopyayê Fatma Gundur jî anî ziman ku heta zîhniyeta dewletê neguhere wê li qada bin û wiha pê de çû: "AKP'ê bi kayyuman re destpêkê dest danî ser saziyên jinan. helwest zelale. AKP ji hêza jinê ditirse. Di van saziyan de ji bo jinan qada jiyanê ya mezin dihat afirandin. Lê dewlet bi vê pêkanînê qada jiyana jinê teng dike. Em jin ti car li dijî vê bê deng namînin."
Rêvebera DBP'a Sîlopyayê Gulbahar Yîgît jî destnîşan kir ku ew jin wê ti carî li dijî vê bêdadiyê serî netewînin û anî ziman ku ew kayyuman nas nakin. Gulbaharê bi lêv kir ku ew di her derfetê de wê li qada bin.
(ai/hu)