Êzidiyên li kampê xizmeta tenduristiyê nabînin
09:47
Şehrîban Aslan/JINHA
AMED- Navenda Piştevaniya Jinan a Ekîn Cerenê li kampa Êzidiyan a Amedê xebata sê rojan meşandin û encama xebatê de encam kirin rapor. Di xebatê de bi 350 jinî re hevdîtin hat kirin û li gorî raporê jin û zarokên li kampê dimînin, ji ber qerta wan ya nasnameyê tine nekarin biçin nexweşxaneyan û ji ber vê jî şert û mercên tenduristiya wan ne başe.
Navenda Şêwirmendiya Jinan a Ekîn Cerenê li kampa Êzidiyan a Amedê xebatek ji 3 rojan pêk dihat meşand û encamên xebatên wek raporekê amade kirin. Civaknasa Navenda Şêwirmendiyê Ceylan Yildiz axivî û got wan xwe gîhandine 350 jinî û bi jinan re xebata pewerdê kirine.
'Xebat pir erînê bûn'
Ceylanê got yek bi yek li konan geriyane û xwe gîhandine 350 jinî û wiha got: "Me bi jinan re xebatên perwerdê kir. Me ji jin û zarokan agahî girtin. Me xwest em ji pirsên, 'şertên tenduristiyê çine, zarok û dayik çi dikin' bersivê bigirin."
Ceylayê da zanîn ku ji ber qerta nasnameyê ya jinan tine nekarin biçin nexweşxaneyê û ji ber vê jî kêmasiya aktîvîteyê dertê holê û got: "Jin ji vê xebatê gelek kêfxweş bûn. Gelek kes tevlî bûn. Ji bilî me ji bo zarokan hinek bername çêkirin. Xebat gelek erênî bû. me dît ku sazî û rayedar li kampê gelek qelsin."
Ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Kayapinarê ve jî li kampa Êzidiyan a Amedê xebata perwrdehiyê ya di mijara tenduristiya jinê û îstîsmara zarokan de hat kirin û li gorî encamên xebatê rapor hatibû amadekirin û bi nêzî 350 jinî rehevdîtin hatibû kirin. Di raporê de hat diyar kirin ku şert û mercên tenduristiyê li kampê gelek qelsin û ji ber vê rewşê pirsgirêkên tenduristiyê yên cur bi curt ê jiyîn û gotin alî xwe gîhandina dermankirinê de zehmetî tên kişandin.
(hu)