'Ev biryar wê bibe sedema jin li malê bê hepskirin'
09:57
JINHA
ÊLIH - Bi pêvajoya OHAL'ê re 11 hezar û 285 mamosteyên endamên Egîtîm Senê ji kar hatin durixistin. Rêvebera Egîtîm Sen a Êlihê Gulhan Oktayê diyar kir ku ev biryara hatiye girtin bandorek mezin li ser civakê dike û got di heman demê de bi vê biryarê re jin careke din wê hepsê malê bê kirin.
Piştî OHAL'ê 11 hezar û 285 mamosteyên Egîtîm Senê ji kar hatin durxistin û ji van 945 heb yên Êlihê bûn. Her wiha ji 945 heban jî ji 300 zêdetir jinin. Rêveberên Egîtîm Sen a Êlihê bertek nîşanê rewşê dan û gotin Egîtîm Sen sendîkayek fermiye û got biryarên çalakiyên wê jî qanûnîne. Mamosteyan gotin: "Me ti kesî sûc nekiriye. Em serbilindin. Divê hemû endamên Egîtîm Senê li dijî bê biryarê bikevin çalakiyan û têkoşînê bilind bikin."
Hevsroka Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Zelîfe Bulut got hikûmetê hewldana darbeya 15'ê Tebaxê veguhertiye derfetê û dixwaze dengê hemû aliyên muxalîf bibire û got: "Ev biryar navenda giştî giritbû mafê herî xwezayî û qanûnî bû. çalakiya grevê bi çalakiya armanca piştgiriya terorê ve girê didin û me ji peywirê dur dixin. Ji ban mamosteyên ji kar hatine durxistin 945 heb ji Êlihê ne. Beyî îfadeyên mamosteyên bê girtin ji peywirê girtin. Wê demê herêm di bin dorpêçê de bû. di wê demê de perwerde dihat astengkirin. Xwendekar nekaribûn biçin dibistanê. Navenda giştî jî biryara girevê ya rojekê girt û me jî aştî parast. Lê desthilatdariyê em ji kar durxistin."
'Emê nîşan bidin ku em mafdarin'
Zelîfeyê di berdewamiyê de got ewê serî li her rêyên hiqûqî bidin û got wê nîşanê her kesî bidin ku ew mafdarin.
Sekretera Jinan Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Gulhan Oktay jî anî ziman ku hewldana darbeyê kirine hincet û bi hezaran mamoste ji kar hatine girtin û got: "Di 29'ê Kanûnê de bi şîara 'Em li dijî şer aştiyê diparêzin' bi biryara navendê em ketin grevê. Ev grev jib o mafê perwerdehiya zarokan, ji bo mirovên wir bigihêjin mafên xwe yên tenduristiyê b û. Ev girev li dijî sererastkirina neheqiyan bû. ev pêkanîn jî li ser vê kirin. Di komkujiya 10'ê cotmehê de bi hezaran hevalên me jiyana xwe ji dest dan."
'Ev pêkanîn wê jinan hespê malê bike'
Gulhanê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ev biryara hatiye girtin wê jinan ji jiyana civakî qût bike û got wê jinan hepsê malê bike. Gulanê da zanîn ku wan sûc nekiriye û ew serbilindin.
(za/hu)