Fermandara YPJ'ê Toprak Arik hat oxir kirin

10:05

JINHA

DIRBESIYÊ- Rêheval û gelê Cizîrê fermandara YPJ'ê Toprak Arik bi merasîmeke bi heybet, li ser wesiyeta wê li şehîdgeha Şehîd Rûstem Cûdî ya gundê Berkevirê spartin axê.

Fermandara YPJ'ê Toprak Arik (Toprak Çerkez) ya ku di encama şerê ligel çeteyên DAIŞ'ê di hemleyê li Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê di rojên borî de hate dîtin û li ser xwesteka wê li Şehîdgeha Şehîd Rûstem ya gundê Berkevirê ya bajarê Dirbesiyê ji aliyê rêheval û gelê Cizîrê ve hat oxir kirin.


Darbesta fermadara YPJ'ê Toprak li ser milên rêhevalên wê, bi kulîlk û xêliyê xemilandî anîn şehîdgehê û şervanên YPG-YPJ'ê bi merasîmeke leşkerî ji fermandara xwe re rêz girtin. Di merasîmê de feramdara YPJ'ê Aryen Qamişlo axivî. Aryenê diyar kir ku, fermandar Toprak ji tevahî germiya dilê xwe serkeftina şoreşê dixwast û wiha got: "Bi vê daxwaziyê jî gihîşt asta azadiyê. Hevala Toprak bi eslê xwe çerkez bû. Ji bo vê şoreşê pir şervanên ji netewên cuda canên xwe feda kirin. Hevala Toprak bi israreke mezin beşdar hemleya Til Hemîs bû û li Holê şehîd bû. Em ê jî wek rêhevalên wê daxwaz û hêviyên wê pêk bînin."

Rêvebera Kongreya Star Nergis Dêrik jî behsa kesayet û taybetmendiyên fermandara YPJ'ê Toprak kir û wiha axivî: "Hevala Toprak birastî şoreşgereke mezin bû, milîtaneke xeta azadiya jinê bû. Beriya du salan jî Rêber Apo pirsa hevala Toprak dikir. Malbata Hevala Toprak ji Behra Reş bû. Ew ji di bîrdoziya azadiya gelê kurd de bandor bû û tevlî têkoşînê bû. Hêviya azadiya gelan di xeta azadiyê ya Rêber Apo de dît. Li rojavayê Kurdistanê jî bû fermandareke şoreşê. Hertim daxwazê ew bû ku li çeperên pêş li dijî dijmin têkoşîn bike. Di dîroka têkoşîna me de wek şoreşgereke enternasyonal û miltaneke tevgera azadiyê dê hertim di dilê me de cih bigire."

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Semer Abdullah jî bi erebî axivî û wiha got: "Hevala Toprak wek bûkeke azadiyê ye. Em girêdana xwe bi xeta wê û hemû şehîdan re dubare dikin."

Paşê belgenameya fermandar Toprak hate xwendin û bi çepik, tîlîlî û dirûşmeyên "Şehîd Namirin" oxir kirin.

Piştî merasîm bi dawî bû jineke ciwan bi navê Zûbeyde Ekrem jî biryar da ku tevlî Yekîneyên Parastina Jinê bibe û rêya fermandar Toprak (Nergis) berdewam bike. Zûbeydeyê navê xwe jî danî Nergis û li pêşiya girseya gel soza şopandina xeta şervanên têkoşer da.

(en/rc)