‘Qayûm darbeya li ser pergala hevserokatiyê ye’
10:07
Hulya Okalîn/JINHA
ÊLIH– Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel ku ji peywîrê hat dûr xistin tayinkirina qayûmê nirxand û diyar kir ku, qayûm li hemberî pergala hevserokatî û rêxistina azadiya jinê darbeyek e.
Li ser biryara KHK’ê di 11’ê îlonê de li ser 24 Şaredarên giredayî DBP’ê qayûm hate tayinkirin û hemû şaredarî wek darbeyekî hate dagirkirin. Bi tayinkirina qayûmê re di serî de êrîşê li endamên meclîsa şaredariyan û hevşaredarên jin hatin kirin. Li Êlihê Hevşaredara Gulistan Akel jî di nav de 15 endamên Meclîsa şaredariyê yên jin ji peywîrê hatin dur xistin. Walîya Êlihê li şuna endamên jin 14 endamên nû yên mêr tayin kirin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel ku bi hinceta tevlî daxuyaniya rêveberiya xweser bûye ji peywîrê hat dûr xistin, got ku tayinkirina qayûme li hemberî pergala hevserokatiyê darbeyek e û qayûm bingeha astengiya rêxistina azadiya jinê ye.
‘Pergala hevserokatiyê şoregerî bû'
Gulistan projeya pergala hevserokatiyê û tayinkirina qayûmê wiha nirxand: “Di hilbijartina 1014’an de DBP’ê di cihanê de bi projeyek cuda ket hilbijartinan. Projeya pergala hevserokatiyê ji bo me û partiya me gelek giringe û gavek şoregeriye bû. Wek tê zanin bi sed salan e ku bajêr bi hişmendiya mêr hatiye rêvebirin û bi her tişt li gorî hişmendiya mêr hatiyê meşandin. Ev hişmendî jinê tune dike û jin di nav çar diwaran de tê fetîsandin. Lê belê bi biryara pergala hevserokatiyê re dijî pergala mêretiyê ye û hevserokatî bi temamî ji bo hevbeşiya jin û mêr gevek mezin û projeyek gelek giring e.”
‘Ji bo me azadiya jinê esas e’
Gulistanê anî ziman ku, pergala hevserokatiyê bi xalên demokrasî, ekolojî û azadiyê jinê esas girtin û bivê esasê xebatên xwe dane meşandin. Gulisatanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bajarê ku bi vîna jin û mêr bi hevbeşî bê birêvebirin wê demê em dikarin qala demokrasiyekî rastekin jî bikin. Ji bo me jî demokrasiyek rasteqin esas e. Hemû daxwaz û armanca me ew bû ku bi pergala hevserokatiyê xalên xwe yên esas digirin di nav civakê de bidin meşandin. Di esasiya pergala hevserotakiyê de azadiya jinê ye û me xwest li hemû şaredariyên xwe vê pergalê bidin rûniştandin û jiyana hevbeşî dibin hişmendiya civakê de bidin rûniştandin.”
‘Pergala hevserokatiyê hedef girtîbûn’
Gulîstanê destnîşan kir ku, tayinkirina qayûme di rastiya xwe de êrîş û astengkirina rêxistina azadiya jinê ye û wiha pê de çû: “Em baş dizanin ku êrîşên li ser şeredariyan DBP’ê di esasa xwe de êrîşa li ser jinê ye. Ji roja destpêkê heya niha bi her awayî êrîşê pergala hevserokatiyê dikin. Hemû rêhevalên me yên jin ji peywîrê dûr kirin an jî hatin girtin. Doz û êrîşên li ser pergala hevserokatiyê hê jî berdewam dike. Em bi hişmendiya mêretiyê ku dijî pergala hevserokatiyê û azadiya jinê re rû bi rû man û em rastî hemû zextan hatin.”
GulÎstanê li ser tayinkirina endamên Meclîsa Şaredariyê yên mêr jî ev tişt got: “Di tayinkirina endamên meclÎsa şaredariyê de yên ku ji aliyê walî ve hatin kirin de jî diyar e ku ev qayûm dijî birêxistinkirina jinê ye. DBP’ê dema ket hilbijartinê giranî da jinê û hêjmara jinê ji ya mêran zêdetir bû. Piştî qayûmê Walî şûna hemû jinên ku di rêveberiyê de cih digirtin de mêr tayin kir. Ev jî dijminatiyê baş radixe ber çavan.”
‘Qayûm derbeyek li hemberî jinê ye’
Gulistanê got ku,, tayinkirina qayumê li hemberî rêxistina azadiya jinê darbeyek e. Ji ber ku xebatên şaredariyê bi giranî li ser azadiya jinê rêve diçûn. Gulistan pêl bi pêl bahsa projeyên xwe yên ji bo jinê kir û wiha axivî: "Bi salan e ji bo azadiya jinê me qadên îstixdamê vekirine. Minak SELİS, atolyaya Hêvî, qada sporê, cihên perwerdehiyê gelek proje ji bo jinê ketin dewreyê û jinên Êlihê jî ji vê gelek dilşa bûn.
Gulistanê di dawiya axaftina xwe de got ku ew wek tevgera azadiya jinê hemû projeyên xwe dê bidin meşandin û li qadên cuda xwe bigihinin hemû jinan û ji bo rêxistin û azadiya jinê dê li qadan bin.
(rc)