Mamosteyan bi zorê ji dibistanê derxistin
14:32
JINHA
SEMSÛR - Li Semsûrê mamosteya ji peywirê hat dûrxistin, xwest bi xwendekarê xwe yê polê re bên cem hev, lê bi zora polîsan ji dibistanê hatin avêtin.
Piştî biryara KHK'ê û îlana OHAL'ê re 11 hezar mamosteyên Egîtîm Sen'ê ji peywirê hatin girtin. Li Semsûrê mamosteya ji peywirê hat girtin bi boneya xwendekarê xwe yê polê ziyaret bike bi wan re hat cem hev, çû dibistana xwe, bi zora polîsan ji dibistanê hat avêtin.
Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Semsûrê Ayşegul Yucetaş ku li Dibistana Seretayî ya Menderesê mamoste ye dema çû xwendekarê xwe yê polê ziyaret bike bi zora polîsan ji dibitanê hat dûrxistin. Ayşegulê, bertek nişanî polîsan da û wiha got: "Ev zarok yên me ne. Bi salan in em wan perwerde dikin. Em xwendekarên xwe bi destê polîsan de bernadin."
Ayşegulê, anî ziman ku bi xwendekar û malbatên wan re hatin cem hev û xwestin der barê binpêkirina mafan de belavokan belav bikin.
(rc)