Nûda ji aliyê rêheval û malbatê ve hat bîr anîn

14:49

JINHA

QAMIŞLO-Ji bo endama Asayişê Nûda Qamişlo, di çil rojiya wê de merasîmeke bîranînê hat li dar xistin. Di merasîmê de rêheval û malbata Nûdayê diyar kirin ku ew ê girêdanbûna xwe bi têkoşînê bidin diyar kirin.

Ji bo endama Asayişa Gel Nûda Qamişlo ku di hemleya Minbicê de 9'ê tebaxê jiyana xwe ji dest dabû û 13'ê mehe jî spartibûn axê, di 40 rojiya wê de merasîmeke bîranînê li ser gora wê ya li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hat li dar xistin. Rêheval û malbata wê jî tevlî bîranînê bûn û axaftin kirin.

Rêveber û rêhevala Nûdayê Nûcan Qamişlo di derbarê Nûdayê de wiha axivî: "Di şerê li Minbicê de bi hevala Nûda re, hevalê Merwan û hevala Hîra jî bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Em di hemleyê de li cem hev bûn, ligel israra min ku biçin serdana malbatên xwe jî, nexwestin ji cihê hemleyê vegerin û bi hev re li wir man. Di şerê li dijî çeteyan de her sê heval şehîd bûn. Ez ji bo malbatên her sê şehîdên me sersaxî dixwazim û dibejim Şehîd namirin."

Bavê Nûdayê Hisên Kesîr jî axaftineke hestyar kir û got: "Di êrîşa ku keça min şehîd bû de 12 heval şehîd bûn. Ez wan tev bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê li pey xwîna zarokên xwe bin. Em ê armanca wan pêk bînin û heta ku serkeftin pêk were ji bo Kurdistana azad. Di dawî de jî em dibêjin şehîd namirin û bijî Serok Apo."

Piştî axaftinan şêranî hate belavkirin. Merasîm bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

(şz/en/rc)