Dê li Edeneyê çalakiya deng derxistinê bê despêkirin
14:59
JINHA
EDENE - Li Edeneyê saziyên kurdan li dijî tecrîd û qeyûman ji 23'ê îlonê pêve li qadan bin.
Li Edeneyê saziyên kurdan ji bo şermezarkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûman li avahiya HDP'ê ya Seyhanê daxuyanî dan. HDK, KJA, HDP, NÇM, TUHAD-FED, KURDÎ-DER û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz diyar kir ku çalakiya nobeta ku di 14'ê tebaxê de li Edeneyê dabûn destpêkirin veguherandine çalakiya dengderxistinê û xwest hemû kes xwedî li çalakiye derkevin.
Huseyîn bilêv kir ku AKP bi OHAL'ê re li dijî hemû beşên civakê şer vekiriye û qeyûm li şaredariyan hatine tayînkirin, operasyonên siyasî zêde bûne û kedkarên cemaweriyê hatine tasfiyekirin û wiha axivî: "Li dijî tayînkirina qeyûman û ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin ji 23'yê îlonê pêve em dest bi çalakiya dengderxistinê û vemirandina lambeyan dikin. Em vî çalakiyê wekî mafekî demokratîk û rewa dibînin. Em bang li hemû kesan dikin ku tevlî çalakiya me ya demokratîk bibin."
(zt)