Li Erxeniyê 3 mamosta û 3 xwendekar hatin binçavkirin

15:09

JINHA

AMED - Li Navenda bajarê Amedê û navçeya Erxanî 3 mamoste û 3 xwendekar hatin binçavkirin.

Piştî biryara KHK'ê zêdeyî 11 hezar mamosteyên Egîtîm Sen'ê ji peywirê hatin dûrxistin. Mamosteyên ji peywirê hatin dûrxistin, li gelek cihan ligel malbat û xwendekarên polê çalakî pêk anîn û biryara KHK'ê şermezar kirin. Li Dibistana Seretayî ya Mesut Yilmaz û Lîseya Suleyman Demirler ên Amedê û Endamê Egîtîm Sen'ê Ramazan Erdem û Mehmet Altan ên berdilka "Dest nede mamosteyê min" li xwe kirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li navçeya Erxanî ya Amedê jî li Dibistana Seretayî ya Îsmet Paşa 3 mamoste û 3 xwendekarên ku biryara KHK'ê şermezar kirin hatin binçavkirin. Disa mamosteyên xwestin li ber dibistanê daxuyaniyê bidin bi hinceta OHAL'ê destûr nehat dayîn.

Çalakiya mamosteyan a rûniştinê li 1'emîn Şaxa Egîtîm Sendê di roja 15'an de berdewam dike.

Li navçeya Farqînê jî 11 mamosteyên ku tîşortên li ser "Dest nede mamosteyên min" li xwe kiribûn hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan a Farqînê. 11 mamoste piştî lêpirsînê serbest hatin berdan.

(zt)