Li Farqinê hember tayînkirina qeyûman daxuyaniya hevpar
15:26
JINHA
AMED-Li Farqînê DBP'ê, KJA û HDP'ê bi daxuyaniyek hevpar bertek nîşanî tayyîna qeyûman dan û diyar kirin ku, ew ê heya dawiyê li ber xwe bidin.
Pişti ku Hikûmeta AKP’ê dest avêtin ser Şaredariyên DBP’ê şûnde bertekên li hemberî hikûmetê jî her ku diçe zêdetir dibe. Li Ferqînê bi tevlîbûna Hevşaredarên Ferqînê Zuhal Tekîner, Kerem Canpolatin û rêxistinên DBP’ê HDP’ê û KJA ‘yê li ber avahiya DBP’ê daxuyanî dan çapemeniyê
Daxuyanî ji aliyê Rêveberê DBP’ê Mahmut Ektî ve hat xwendin. Mahmut diyar kir ku, ew li hemberî qeyûmê serê xwe natewînin û wiha got: "Em niha li hemberî politikayek nû ve rû bi rû ne. Wekî rêxistinên HDP û DBP’ê em vê pêk anînê qebûl nakin û em ew êrişên li ser mamosteyan jî qebûl nakin. Emê heya dawî yê li ber xwe bidîn .”
Pişti Mahmut Hevserokê DBP’ê Abdullah Eflatun jî axivi û bal kişand ser qeyûman û got ku, em memurên dewletê nas nakin. Abdullah bi lêv kir ku heya ew îradeya xwe digirin ew ê têbikoşîn û ani ziman ku yê ku wan nas nake ew jî wan nas nakin.
Pişti axiftinan daxuyani bi çepikan bi dawî bû.
(zyd-tm/rc)