Li Wanê hemer qeyûnê çalakiya dest ji karberdanê
16:08
JINHA
WAN - Li Wanê tayînkirina qeyûman a 4 şaredariyan hat pirotestokirin.
Li Wanê bi mebesta tayînkirina qeyûmên li ser çar Şaredariyên Wanê yên Artemêt, Rêya Armûsê, Erdîş û Qelqeliyê çalaki pêk anîn. Gelek maşineyên zirxî û polîs astengî derxistin ji bo welatiyan. Welatiyên çalakiyê pêk bînin li çar milan kombûn û bi dovîzên “Destnede vîna min”, “Em qeyûman naxwazin hevserokên xwe dixwazin” û pankarta “Em darbeya qeyûmê naxwazin bijartiyên xwe dixwazin” hat vekirin. Daxuyanî bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk ( KCD) ê Leyla Guven, Parlementerên HDP’ê Lezgîn Botan, Adem Geverî, Hevserokên DBP’ê ya Wanê û bi sedan welatiyan hat xwendin.
Hevserokê DBP’a Wanê Murat Sarisaç daxuyanî xwend û got: “ Hikumeta AKP’ê bi operasyonên siyasî û tunekirina gel bi hezaran sîyasetmendar û gel girtin. Operasyona herî dawi jî li ser 24 Şaredariyên DBP’ê bi hezaran maşîneyên zirxî û polîsên xwe, qeyûm danîn li ser Şaredariyên bi vîna gel hatî hilbijartin.”
Murat wiha berdewam kir: “Hikumeta AKP’ê bi êrîşên xwe darbeya 12’ê Îlonê jî derbas kiriye. Gel ê Wanê bi keda xwe li hemberî walitî, qeymeman û Miruriyeta Emniyetê Şaredariyên xwe qezenç kiribin, AKP’ê jî bi darê zorê bi sedan polîs û maşineyên zirxî dest dane li ser Şaredariyên me. Ev jî nişan dide ku mekanizmaya darbeyê li ser kurdan pêk tine.”
‘AKP Şaredariyên me gasp dike’
Hevseroka Giştiya KCD’ê Leyla Guven jî wiha got: “Îro dîsa gel ê Wanê dîrok nivîsî. Em baş dizanin di sala 2014’an de bi hilbijartinên herêmî tirsek kirin dilê hikumeta AKP’ê de. Gel ê Wanê AKP tirsand. Hemû Şaredariyen Wanê gel ê kurd bi vîna xwe qezenç kir. Ji wê rojê heya niha AKP ketiye nav listîkan û dixwaze wan Şaredariyan ji destê me bigire. Ji bo wê jî hevserokên me yên Şaredariyê girtin. Niha jî Hikumeta AKP’ê dest daniye ser 24 Şaredariyên me û 4 ji wan jî li Wanê ne. AKP Şaredariyên me gasp kirin.”
Leyla wiha domand: “Em jî niha dibêjin gel ê Kurd û Kurdistanê divê hemû derkevin kolanan û xwedî li Şaredariyên xwe û vîna xwe derkevin. Ev ji bo gelê me rewaye. Darbeya AKP’ê dest daniye li ser Şaredariyên me. Bila gel ê Wanê li ser lingên xwe bisekine û xwedî li mafê xwe derbikeve. Heya ku em Şaredariyên xwe ji destê AKP’ê bistînin dê têkoşîna me berdewam bike.”
(kom/zt)