YPJ'ê li Efrînê hember tecrîdê daxuyanî da

16:26

JINHA

EFRÎN – Fermandariya Giştî ya YPJ`ê ya Efrînê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û soza bilindkirina asta xebat û têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan û tevahiya jinan kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê nivîskî, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) a Kantona Efrînê Zîlan Botan ve, hat xwendin. Di dema xwendina daxuyaniyê de bi dehan şervanên YPJ`ê li hemberî çiyayê ku wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser hatiye bicihkirin, navçeya Bilbilê, hat xwendin.

Zîlanê di destpêka daxuyaniyê de ev tişt anîn ziman: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî ku di girtîgehê de ye jî, bû Damezrênerê Sîstema Federal a Rojhilata Navîn. Ew ji beriya 18 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de ye û zêdetirî salekê ye jî tecrîda giran li ser hatiye ferzkirin. Dewleta Tirk di polîtîkayên xwe yên li dijî belavbûna raman û felsefeya Rêber Apo, her wiha tecrîda fîzîkî û dûrkirina wî ji gelê wî ve neda seknandin û berdewam dike.”

Zîlanê têkîldarê armanca dewleta Tirk a ji tecrîdê jî ev tişt got: "Berî demekê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mihemed Ocalan serdana girtîgeha Îmraliyê kir. Li vir dewleta Tirk dixwaze bêje ku tecrîd sekinandiye, lê ev tişt ne raste, berovajî wê yekê ew dixwazin tecrîda li ser Rêber Ocalan bi awayekî asayî nîşan bidin û li nava raya giştî û cîhanê jî bide qebûlkirin. Ew bi vê yekê jî tecrîda li ser Rêber şîdet dike.”

Fermandara YPJ`ê Zîlan Botan destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rêzgarkirina jinan asta têkoşînê bilind bikin û wiha domand: "Em rê nadin dewleta Tirk tecrîdê wek tiştekî normal nîşan bide, lê belê em ê asta xebatê bilind bikin heta ku em Rêberê xwe ji girtîgehê rizgar bikin. Em wiha dinêrin ku azadiya Rêber Ocalan azadiya me ye, piraniya jinên Rojhilata Navîn jî bi vê yekê bawermendin. Em soz didin Rêber Apo û gelê kurd ku em ê ji bo azadiya Rêber Ocalan û rizgarkirina jinan asta xebatê bilind bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe’ û silavkirina berxwedana gelê Rojava bi dawî bû.

(kom/rc)