Polisan êrîşî mitînga Êlihê kirin
16:45
Îlon
19
/ 2016
JINHA
ÊLIH - Gelê Êlihê li dijî tayînkirina qeyûman a şaredariyan mîtîng pêk anî. Polîsan mîtîng tehamul nekir û êrîşî mîtînggê kir.
Gelê Êlihê li gel hevşaredar, endam û rêveberên DBP û HDP'ê xwest li kolana Gulistanê mîtîngê pêk bîne. Gelê ku li Kolana Gulistanê kom bûn, rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kir. Di êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin.
(ho-za/zt)