ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Jina bi navê Celîla Seyfedîn ya ku li Şamê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye diyar kir ku, Abdullah Ocalan ji bo tevgera azadiya jin kedek berfireh daye û got: "Divê jin ji bo azadiya Rêbertî têkoşînek berfireh bidin meşandin."
*Endamên Meclisa jinên Êzidi ya Şengalê tevî xwuşka Nadiya Murad Hêbo Murad ew vexwendin konferansa xwe ya ku dê di 22 yê îlonê de li Şengalê bê lidarxistin kirin û gotin: "Em ê bi alîkariya hev bibin hêz û rêxistinbûna xwe mezin bikin."
*Dayika Med Alî Barutçu yê ku di komkujiya Pirsusê de jiyana xwe ji dest dayî Melîha Barutçu ya bi guleya polîsan ji singê xwe giran birîndarbû diyar kir ku dê giliyê polisan neke û got: "Gelo faîlên qetlîama Pirsusê nehatin darizandin, dewlet dê çawa polîsên xwe darizîne û wek suçdaran bibîne."
*Hevşaredara Qendîlê Emîne Hemed Mihemed bertek nîşanê tayînkirina kayyuman ya ji bo şaredariyên DBP'ê da û got ev qayyûm wê ti car îradeya gelê Kurd neşikîne û bang li gelê Kurd û hemû sazî û dezgeyên navneteweyî kirin ku li dijî vê zilmê bikevin nava tevgerê.
*Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan k udi gireva birçîbûnê ya ji bo hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de cih girt û piştî hevdîtina bi Mehmet Ocalan re bi dawî bû, wih agot: "Heta Ocalan azad nebe wê têkoşîna me berdewam bike. Ji bo me tişta pêşîn azadiya Ocalane."
*Girtiyên jin piştgiriyeke watedar dan rojnameya Ozgur Gundemê ya hatî girtin. Di nav de edîtora JINHA'yê Zehra Dogan jî heye, girtiyên jin yên girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 'Ozgur Gundem Zindan' derxistin.
*Amadekariyên zivistanê didomin û ji bo jinên Dîlokê ya herî zehmet amadekirina ava firingiya û îsota hûr e.
*Malbata Savuşka Adar (Gulcîhan Sonmez) a ku ji çiyayan hez dikir wiha gotin: "Armanca Gulcîhan ew bû ku bibe bûka Kurdistanê û heya dawiyê ber xwe bide. Armanca xwe bicih anî."
*Jinên Nisêbînê ku bi mehane li dijî dorpêçê xaka xwe terk nakin diyar kirin ku ew şaredariyên xwe jî radest nakin, wê berxwe bidin û banga têkoşînê kirin.
*Ji bo bîranîna Bêrîvan Şengal jinên Êzidî xêr dan. Xuşka Bêrîvanê Binefş Dinya jî di bîranînê de amadebû û got: “Em ê heta dawiyê li pey şopa Bêrîvanê bin û heta dawî em ê ji bo pêkanîna xeyalên wê di nava hemû hewildanan de bin.”