'Divê ji bo azadiya Rêbertî em bi şev û roj li ber xwe bidin'
09:16
Rûken Dêrik/JINHA
GIRKÊ LEGÊ- Jina bi navê Celîla Seyfedîn ya ku li Şamê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye diyar kir ku, Abdullah Ocalan ji bo tevgera azadiya jin kedek berfireh daye û got: "Divê jin ji bo azadiya Rêbertî têkoşînek berfireh bidin meşandin."
Li rojavayê Kurdistanê pir jin hene ku dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 20 salan de li Sûriyeyê ma, Abdulla Ocalan dîtin û perwerdehi dîtin. Yek ji jinên ku Rêberê PKK'ê dîtiye Celîla Seyfedîn ya 65 Celîlayê di sala 1996'an de li Paytexta Sûriyeyê Şamê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ziyaret dike û ev di jiyana wê de dibe çerxerêyeke sereke. Celîlayê diyar kir ku, ew bi nêrînên Abdullah Ocalan pir bandorbûye û jiyana xwe li ser wê da rûnişkandin.
'Rêbertî ji bo azadiya jinê xebatek mezin da meşandin'
Celîleyê di serî de ked û xebatê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ji bo tevgera azadiya jinê anî ziman û wiha got: "Jina kurd di nav şert û merceke pir zehmet de dijiya. Yê ku jin ji vê xilas kir, Rêber Apo ye. Rêbertî ji bo azadiya jin xebatek mezin da meşandin. Ji ber kevneşopiya civakê jin ji zanabûnê bê par hatî hêştin. Welatê me, pêşeroja me, zimanê me qedexekirî bû. Lê Serokatî ji bo azadiya gel û bi taybet ji bo jinan rêya rast nîşanî me da."
'Tu Rêber ji bo ronîkirina paşeroja civakê ewqas ked nedaye'
Celîlayê xebatên ramyarî yên Abdullah Ocalan jî wiha rave kir: "Ji bo civak û jin ronî bibe, Serok Apo bi hezaran pirtûk nivîsî, perwerde da û em şiyar kirin. Tu Rêber ji bo ronîkirina paşeroja civakê ewqas ked nedaye. Îro ji zarokên 7 salî heya kalên 70'ê salî, em di rêya Serokê xwe de ne. Em bi dil û can pê re ne. Ji ber wî hebûna me ji nûve afirandiye."
'Bedena min ji coşê dilerizî'
Celîleyê kêliyên hevdîtina xwe ya ligel Abdullah Ocalan wiha vegot: "Di sala 1996'an ez çûm Şamê û min xwest Serok bibînim, min bi eşqeke mezin xwe amede kir. 27'ê Mijdarê bû Serokatî hat û em silav kirin. Bedena min tev ji coşê dilerizî. Serokatî derbarê pêşketin û rewşên siyasî de nirxandin kir. Hinekê jî ji kêmasî û pirsgirêkên ku li pêşiya şoreşê derketibûn, aciz bibû. Lê baweriya xwe pir xurt bû. Lewma di nav axaftina xwe de got 'Em wek pelên daran in, em bi kuştinê xilas nabin. Tenê divê em kêmaniyên xwe derbas bikin'. Serokatî bi qasî 2 seat û nîvan axivî, paşê xwest ku em biaxivin. Ez rabûm û min got 'Em ê êdî wek berê tevnegerin'. Serokatî li ser vê gotina min şîroveyeke wiha kir 'Hûn ne pîrek in, hûn jin in. Jinên ku Zîlan, Rahşan nas kirin. Lewre hûnê wek berê nebin. Dê rêya we ber bi azadiyê ve biçe'. Van gotinên Rêber Apo ez pir bandor kirim û min biryar da ku azadiyê bikim bingeha jîna xwe."
'Em tecrîdê qebûl nakin'
Celîlayê li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî nerazîbûnê xwe nîşan da û wiha got: "Em divê ji bo Serokê xwe bi şev û roj li ser lingan bin. Pêdivî heye em zarokên xwe perwerde bikin, wan fêr bikin û yek kêlî kes ji me nesekine. Hemû kurd li her derê ji bo azadiya Rêbertî, çi were xwestin divê bikin. Dibe ku şehadet û êrîşên dijwar jî çêbibin, lê li ber Serokê xwe em çi bikin jî têr nake. Bi taybet jî jin divê xwedî li şoreşê derkeve. Nexwe dê ji rêya şehîd û Serokatî dûr bibin. Pêwîste em bi yek dengî bêjin ku 'Em tecrîdê qebûl nakin'. Ev bibe dûruşmeya me ya esasî."
(en/rc)