Jinên Êzidî Nadya Murad vexwendin konferansa xwe
09:19
Pakîze Xelîl-Îlham Hecî/JINHA
ŞENGAL- Endamên Meclisa jinên Êzidi ya Şengalê tevî xwuşka Nadiya Murad Hêbo Murad ew vexwendin konferansa xwe ya ku dê di 22 yê îlonê de li Şengalê bê lidarxistin kirin û gotin: "Em ê bi alîkariya hev bibin hêz û rêxistinbûna xwe mezin bikin."
Di 22 yê îlonê de li çiyayê Şengalê konferansa jinên Êzidî tê lidarxistin. Endamên Meclisa Jinên Şengalê û xwişka Nadya Murat ew vexwendin konferansê.
Xwişka Nadya Murat Hêbo Murad keda xwişka xwe ya di nava dewletên navnetewî de pîroz kir û got: "Ez xwuşka Nadiya me. Ez dixwazim carek xwişka min were cem me Şengalê û halê jinên Êzidî bibîne. Hemû Êzîdxan û xêrxwazên Êzîdxanê bi vî karî serbilindin, bi taybet malbata wê. Ez serkeftinê dixwazim ji hemû Êzîdxanê re, lê xuşka min bû dengê jinên Êzîdî. Divê carek were ser axa xwe ya pîroz û em dilê xwe bikin yek."
Endama meclisa jinên Êzidî ya Şengalê Ferîde Sedo, Nadiya Murad dawetî konferansa jinên Êzîdî ya Şengalê kir û got: "Ez vî karê keça Êzîdî Nadiya Murad lê pîroz dikim, rastî tiştek pir mezin kir ku dengê jinên Êzîdxanê li cîhanê bela kir û em gelek pê ser bilindin. Heya em saxin em pitgiriya wê dikin û ji pişt wê venagerin. Di rojên pêşiya me de li 22 Îlûnê Konfiransa jinên Êzidî yên Şengalê heye. Em dixwazin li Şengala birîndar hazir be, da ku em kul û êşên xwe bi hev re parve bikin. Wê bibe ser bilindayeka pir mezin ji bo Êzîdxanê. Em li vir ji bo vîna jina Êzîdî kar dikin. Hevala me Nadya jî li qada navnetewî kar dike. Divê em wek jinên Êzîdî vê têkoşîna rizgarkirina keç û jinên xwe bi hev re bin. Ger em yek dil û yek dest bin em ê xurt bibin. Em tek bimînin wê demê denge jinên Êzîdî wê were bêdeng kirin. Em hêvîdarin ku Nadya Murat çawa ku em bi wê re bûn ew jî di konferansa me de hazir bibe û serkeftina me parve bike. "
Endama Rêvebiriya Meclisa Avaker ya Şengalê Behar Yûsif jî xelata ku Nadiya Murad girtiye wek serkeftina Êzîdiyan binav kir û got: "Nadya wek jineke Êzidî ku gihiştiye asta, qîrîna dayikên Şengalê bigihînê cîhanê em gelek pê kêfxweş in. Em bi Nadiya serbilindin û em pişta wêne heya dawiyê. Êzîdxan û dostên Êzîdaxan hemû bi vî karî serbilindin. Nadiya Murad bû ronahiyek di nav Şengal û Êzîdxanê de, Êzîdaxan wê her bimîne û her bi mîne. Nadya Murat wek keçek Êzîdî hatiye naskirin, li ser wî bingehî kar û xebat dike. Lê divê ev karê xwe bike malê hemu jinên Êzîdî û xebatên Jinên Êzîdî de cihê xwe bigre. Ew Şengala ku bin dagirkeriya DAIŞ'ê de bû îro hat rizgarkirin. Keç û jinên ku ji destê DAIŞ'ê xilas bûne îro dibin îrade, xwe rêxistin dikin. Rêxistin pêşya fermanan girtin e. Ji bo vê jî divê Nadya û hemu keçên Êzîdî yên ku derfeta danasîna têkoşîna jinên Êzîdî dest de heye kar bike. Em bang li keça xwe Nadya dikin bila di konferansa jinên Êzîdî de hazir bibe. Em cardin jê re serkeftinê dixwazin"
Endama Meclisa Avaker ya Şengalê Nefiya Mêşo jî ji bo Nadiya Mirad weha got: " Serkeftina Nadiya Murad sekeftina gelê Êzidiye. Ji pir însanan dihat karek wiha ji bom e bike lê nekirin, tu kesî deng û êşa jinên Êzdî negihand cîhanê. Em ji bo ked û karê wê ji Nadiya re serkeftinê dixwazin, daxwaza min ji Nadiya Murad heye di konfiransa jinên Şengalê de amade be. Serkeftin ancax bi hev re bûnê çêdibe. Em wek jinên Êzîdî divê têkoşîna xwe bikin yek bo ku pêşengiya yekitiya Êzîdxanê bikin."
Endama Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê Zeytûn Êgan jî wiha axivî: "Ez serkeftinê ji Nadiya re dixwazim, hêviya me ji gelek insana hebû kû vî karî ji me re bike lê nekirin. Xwşka me Nadiya ji me re kir, işela karê wê berdewame. Li roja konfiransa jinên Êzidî çavê me li rêya Nadiya Murad e. Daxwaza serkeftinê bo Nadiya Murad dikin."
(zt)