'Dewleta ku qatîlê kurê min na darezîne dê ji bo dadê bîne'
09:21
Hatice Kaya /JINHA
MÛŞ- Dayika Med Alî Barutçu yê ku di komkujiya Pirsusê de jiyana xwe ji dest dayî Melîha Barutçu ya bi guleya polîsan ji singê xwe giran birîndarbû diyar kir ku dê giliyê polisan neke û got: "Gelo faîlên qetlîama Pirsusê nehatin darizandin, dewlet dê çawa polîsên xwe darizîne û wek suçdaran bibîne."
Dayika Med Alî Barutçu yê li navçeya Pirsûsê di çalakiya ji aliyê êrîşkarê bombeyî yê DAIŞ'ê ve pêk hat de hat qetilkirin, Melîha Barutçu di serdegirtina malê de bi gûleya polîsan ji singê xwe giranî hat birîndar kirin. Tedawiya Melîhayê li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hat kirin. Melîha çîroka kurê xwe û serdegirtina mala xwe wiha anî ziman: "Med Alî digot 'Ez cejnê ligel birayê xwe yê girtîgehê derbas nakim. Ezê rojên xwe li gel zarokan derbas bikim, ji bo min wateya wê zêdetire.' Roja qetlîamê jî me nedizanî Med Alî li Pirsusê ye û hatiye qetilkirin."
Melîha diyar kir ku, li ser qetlîamê demek dirêj derbas bû û kujerên kurê wê nehatin ronî kirin û wiha qala qetlîamê kir: "Hevserê min ji bo hevditina kurê min çûbû girtîgehê. Piştre li min geriya û got; 'Med Alî giran birîndar bûye' herin Pirsusê. Yên ku ji me re telefon kir gotin; 'Med Alî başe ameliyatek derbas kiriye.' Lê mixabin dema ku em çûn Pirsusê wê demê me zanî ku kurê min hatiye qetilkirin."
Berpirsyarê qetlîamê Erdogan û Hikûmete'
Melîha destnîşan kir ku, berpirsyarê qetlîaman Erdogan û hikumete û wiha domand: "Kurd tu caran ziyan nade gel ê xwe. Dijminê kurdan tenê Erdogan û dewlete. Gelo ew ê li Pirsusê bombe teqandî çawa ket nava gel. Welatiyên bê nasname nakin bajêr de. Çawa ket nava ew qas ciwanan û hemû hatin qetilkirin, dewlet dê kê bixapîne. Erdogan û DAIŞ van qetlîaman dike. Di çanteyê kurê min de kulîlk, pênûs û leyîstok hebûn. Ew ji bo mirovahiyê çûbu."
'Bi zanebûn ez birîndar kirim'
Melîha bilêv kir ku di 18'ê tebaxê de hêzên dewletê li ser mala wan de girtin û keça wê Kubra binçavkirin û ew jî birîndar kir û got: "Keça min zanîngeha Elezîzê dixwîne. 18'ê tebaxê ber nîvro li derê me xistin. Nêzîkî 10 maşineyên zirxî û gelek hêzên dewletê hatin malê de. Kubra xwastin û gotin; 'Em ê bibin emniyete,' wê demê min nexwest keça min bibin û dema ku ji bo keça min nebin, min li ber xwe da polîsekê bi zanebûn gule li singê min xist. Wek her caran gotin teqîn bi qeza çêbu. Kêmek mabû min jî qetil bikin. Dema ku min rakirin nexweşxanê jî polîsan got; 'bi qeza birîndar bû' lê ne qeze bû."
'Ez giliyê kesê nakim ji ber baweriya min bi edaleta dewletê nîne'
Melîha destnîşan kir ku baweriya wê bi dada dewletê nîne û wiha dom kir: "Hemû kesan got şikayet bike, lê bîra kurê min hat bîra min. Gelo ew qas zarok, dayik, ciwan tên qetilkirin, kurê min hat qetilkirin berpisyarên wan diyarin lê tên parastin. Ez şîkayet bikim jî tiştek nabe. Ma ez ê dewletê şikayet dewletê bikim. Piştre jî înkar dikirin. Dewletê dayika Taybet Înan û gelek dayikên din jî qetilkirin û gotin ku terorin yan jî qetîlên xwe parastin Hemû qetlîaman dewlet û hezên dewletê bizanebûn dikin. 40 sale ev doza me heye û em jî pey doza xwe diçin. Bi salan e dewlet qetlîamên xwe li ser gel ê kurd pêk tîne. Dewlet çi maf nade kurdan ji qetlîamê zêdetir."
(va/zt)