Hevşaredara Qendîlê: Qayyûm wê îradeya gel neşikîne

09:22

Şengar Bradost/JINHA

QENDÎL- Hevşaredara Qendîlê Emîne Hemed Mihemed bertek nîşanê tayînkirina qayyûman ya ji bo şaredariyên DBP'ê da û got ev qayyûm wê ti car îradeya gelê Kurd neşikîne û bang li gelê Kurd û hemû sazî û dezgeyên navneteweyî kirin ku li dijî vê zilmê bikevin nava tevgerê.

Hevşaredara Qendîlê ya girêdayê Herêma Federal a Kurdistanê ye, Emîne Hemed Mihemed û mamoste Mihemmed Kandîneş tayyînkirina qayyûman a ji bo şaredariyên DBP'ê şermezar kir. Emîneyê da zanîn ku ji berê de ji bo parçekirina Kurdan gelek plan xistine dewrê û wiha berdewam kir: "Kurdan di pêvajoya hilbijartinê de rolek girîng lîstin û hilbijartin qezenc kirin. Erdogan ev tehemul nekir. Em wek şaredariya Qendîlê vê pêkanîna hikûmeta Tirk şermezar dikin. Em piştgiriyê didin şaredariyên bi îradeya gel hatine hilbijartin.

'Divê li dijî vê zilmê bêdeng nemînin'

Emîneyê anî ziman ku divê gelê Kurd li dijî qeyyûman rabe ser piyan û wih agot: "Ev pêkanîna hikûmeta Tirk nayê qebûlkirinê. Ji ber vê divê gelê Kurd van qayyûman qebûl neke. Divê sazî û dezgeyên navneteweyî li dijî vê zilma li ser gelê Kurd bêdeng nemîne. Divê li dijî vê zilm û komkujiya li Kurdistanê demildest bikevin nava tevgerê."

Mamoste Mihemmed Kandîneş jî tayînkirina qayyûman şermezar kir û got bi qayyûman dixwazin dest bidin ser qezencên gelê Kurd. Mihemmed wiha got: "Şaredarî cihên xizmeta ji bo gelên. Lê dixwazin bi leşker û qayyûman bigirin kontrola xwe. Em wek şaredariya Qendîlê vê pêkanînên şermezar dikin."

(hu)