'Ozgur Gundem Zindan' derket
09:24
JINHA
MÊRDÎN - Girtiyên jin piştgiriyeke watedar dan rojnameya Ozgur Gundemê ya hatî girtin. Di nav de edîtora JINHA'yê Zehra Dogan jî heye, girtiyên jin yên girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 'Ozgur Gundem Zindan' derxistin.
Rojnameya Ozgur Gundemê di 16'ê Tebaxê de beyî ku teblîgatek jê re bê şandin polîsan bi ser de girt û xebatkarên wê bi derbkirinê hatibûn binçavkirin. Polîsan deriyê rojnameyê jî mohr kirin. Lê welatiyan û hevpîşeyên wê Ozgur Gundem bi tenê nehiştin. 24 rojnamegerên hatin binçavkirin hatin berdan û gerînendeyê giştî yê rojnameyê Bîlîr Kaya û midûrê karê nivîsê Înan hatibûn girtin.
Piştgiriyek jî ji bo rojnameyê ji girtiyên jin yên girtîgeha Mêrdînê hat. Di nav de edîtora JINHA'yê Zehra Dogan jî heye girtiyên jin yên girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê rojnameya 'Ozgur Gundem Zindan' derxistin. Rojname di 12'ê îlonê de bi manşeta 'Girtiyên siyasî jibo Ocalan di berxwedana zindanê de ne' 8 rupelî derket. Sur manşeta wê jî 'Li gorî dewletê ji Nêsibînê bûyîn sûce' bû. hemû nûçe bi destan hatin nivîsin û ji rûpelên wekê jin, polîtîka, rojev, çand û huner û ekolojî û rupela kurdî pêk hat.
Hemû nûçe ji bûyerên rastîn hatin bgirtin û her wiha roportajên ji girtiyên girtîgehê jî hatibûn girtin, zextên li ser jinan, binpêkirinên di bin çavan de û yên girtîgehan cih girtin. Di rûpela çandê de kursên wêne û sazê cih girtin. Di ekolojiyê de têkildarî nebat û jiyana ekolojîk de nûçe cih girtin. Her wiha nivîsên Nûdem Durak, Roj Çem Partîzan, Merge Polat, Oznur Deger û Diljîn Dînç jî cih girtin.
(gc/hu)