'Berxwedana Nisêbînê wê neşikê, şaredarî wê yên gel bin'

09:29

JINHA

MÊRDÎN - Jinên Nisêbînê ku bi mehane li dijî dorpêçê xaka xwe terk nakin diyar kirin ku ew şaredariyên xwe jî radest nakin, wê berxwe bidin û banga têkoşînê kirin.

Jinên Nisêbînê ku bi hemane li dijî dorpêçê berxwe didin diyar kirin ku wê li dijî tayînkirina qayyûman berxwe bidin. Jina bi navê Akîde Duzgun got divê şaredarên wan yên bi dengên wan hatine hilbijartin bên ser peywirê û wiha got: "Ev mafê me ye, îradeya me ye. Em dixwazin şaredarên me dîsa bên peywira xwe. Ji bo me çi ji destê wan tê dikin. di civakê de karê xwe bi serbilindî dikin."

'Me pirsgirêkên xwe ji wan re vedigot'

Akîdeyê bi lêv kir ku ew azadiya gelê Kurd dixwazin û wiha berdewam kir: "Em mafê xwe dixwazin. Divê em bên cem hev û xwdî li îradey xwe derkevin. Em diçûn şaredariyê û me derdê xwe ji hevşaredarên xwe re digot. Ez çend caran çûm min derdê xwe got. Lê em îro bixwazin biçin, en nekarin bikevin hewşa şaredariyê. Hêviya me eve ku gel xwedî li şaredariyên xwe derkevin. Em berê çawa xwedî li îradeya xwe derkevin divê niha em li hevşaredarên xwe derkevin."

'Wê nekaribin îradeya jinên Kurd bişikînin'

Jina bi navê Atiye Gok jî destnîşan kir ku divê têl rabin û vegerin malê xwe. Atiyeyê wiha got: "Divê şaredarî dîsa bibin yên gel. Yên li me hatine kirin neheqiye. Her cureyê xerabiyê li gelê Kurd kirin. Xwîna me xwarin. Lê em berxwe didin. Em jinên Kurd gelek bi hêzin. Nekarin îradeya me bişikînin. Divê her kes rabe ser piyan û piştgiriyê bidin. Em vê qebûl nakin. Divê gel dîsa biçe şaredariyên xwe."

'Em li pişt xak, şaredar û doza xwe ne'

Bîrgul Ertaş jî da xuyakirin ku şaredarî û xak aydê wane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em heta sax bin emê li pişt şaredarî, xak û doza xwe bin. Divê ev gel rabe ser piyan. Divê gel bîne ziman ku qayyûman nas nakin."

Hacer Ozçelîkê jî got mal û kargeriya wê li taxa Firatê li pişt têlan maye û got bi piştevaniyê ji nûve xanî çêkirine. Hacerê anî ziman ku wê ev rojane derbas bibin û her kes divê xwedî li Nisêbînê û şaredariya xwer derkevin.

Ragda Balta jî got divê têl rabin û gel şaredariyan teslîm neke.

(kom/hu)