Li Çiyayê Şingalê jinan xêra Bêrîvan Şengal dan

10:17

Xensê Xidir/JINHA

ŞENGAL – Ji bo bîranîna Bêrîvan Şengal jinên Êzidî xêr dan. Xuşka Bêrîvanê Binefş Dinya jî di bîranînê de amadebû û got: “Em ê heta dawiyê li pey şopa Bêrîvanê bin û heta dawî em ê ji bo pêkanîna xeyalên wê di nava hemû hewildanan de bin.”

Li gorî bîr û baweriyên civaka Êzidî piştî 9 mehan xêra mirovên jiyana xwe ji dest didin tê dayîn. Ş. Bêrîvan Şengal (Dinya Saîd Hesen ) yek ji jinên navê xwe di berxwedana Şengalê de hêlayiye. Bêrîvanê bi ked û têkoşînek mezin heya nefesa xwe ya dawiyê ji bo azadiya jinên Êzidî şer kir. Ji bo ku zêdetir ji bo jinên Êzidî ked bide diçe Herêmên Parastina Mediyayê. Di kanuna sala 2015’an de di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dide û tevlî bêdawiyê dibe. Ji bo vê yekê malbata Bêrîvanê li gel jinên Şengalê ji bo derbasbûna 9 mehan de ji bo wê xêr dan. Di vê xêrê de kes û karên wan lê kombûn, xwarin çêkirin û belavkirin. Jinên Şengalî bi hev re nan patin, xwarin çêkirin û cîranê xwe belav kirin.

Di salvegera bîranîna Bêrîvanê de Xwişka wê Binefş Dinya wiha axivî: “Ez û heval Bêrîvan di mal de jî her bi hev re bûn û em bi hev re mezin bûn. Ş. Bêrîvan her dixwast xwe birêxistin bike û tevlî nava partiyê bibe. Vînek gelek mezin di hundirê rêhevala Bêrîvan de bû û hertim dixwest ku xwe pêş bixe. Piştî fermanê em herdu çûn ba bavê xwe û me jêre got: ‘Em dixwazin tevlî bibin.’ Bavê me jî qebûl kir û ji me re got: ‘Başe biçin ji bo hun karibin tiştek ji miletê xwe yê Êzidî re bikin û bikaribin van dayik û xuşkên xwe yên destê DAÎŞ’ê de rizgar bikin û careka din ferman neyên serê miletê me.’ Piştî ku em tevlî bûn em çûne Rojava û me perwerdeyek li wêderê dît. Piştre em derbasî çiya bûn me li wir jî perwerde bi hevre dît. Piştî ku perwerde bi dawî bu em ji hev qut bûn. Heval Bêrîvan xwest biçe perwerdeyeke din. Ji ber ku Bêrîvan her dixwest xwe bi rêxistinbike û tevlî nava jiyanê bike. Ji bo wê jî hertim digot: ‘Perwerde, perwerde.’ Da ku karibe van keç û jinên destê DAÎŞ’ê de rizgar bike. Her digot: ‘Dema min xwe perwerde kir ez ê biçim ser çiyayê Şingalê doşkayek bibim û DAÎŞ’ê ji axa xwe dûr bixim, dayik û xuşkên xwe ji dastê hovên DAÎŞ’ê derxim.’

Bêrîvam ji me hemiyan pitir dixwest ku bi karibê ji bo pêşeroja miletê xwe xizmet bike. Raste YBŞ û YJŞ li Şingalê de ye ji bo civake Êzidî parastinê, lê Bêrîvan dixwest weke keçeka Êzidî di nava hêzên YJA-Starê de cihê xwe bigire ji ber ku keçên Êzidî dinava YJA-Starê de kêm bûn. Hertim hedef û armanca wê bû ku keçên Êzidî tevlî her karî bibin û xwe di her alî de bi rêxistin bikin da ku careka din ferman bi ser gelê me de neyê. Em careka din hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û dibêjin bila serê Rêber Apo ji me re saxbê. Em soz didin ku hate dawî em ê li pey doza şehîdên xwe bin û em ê xeyalê wan pêk bînin.”

(zt)