Ji TJK-E banga tevlîbûna çalakiyan hatkirin
11:50
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest bi çalakiyan dike. Tevgerê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), têkildarî tecrîda li Îmraliyê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê û desteserkirina şaredariyên li bakûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, dewleta Tirk ji bo Rojava nebe xwedî statu, planên dagirkirinê xistiye dewrê û bal kişand ser dagirkirina Cerablûsê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku gelê kurd ji bo hebûna xwe biparêz e û azad bibe, di serî de li Rojava û li çar aliyên Kurdistanê û Şengalê di nava pêvajoyeke xurt a berxwedan û têkoşînê de ye. TJK-E bibîr xist, ku dewleta Tirk tevî êrîşa li dijî rojavayê Kurdistanê dest daniye ser şaredariyên li bakûrê Kurdistanê û bal kişand ser tecrîdê.
TJK-E di daxuyaniya xwede wiha got: "Weke encama vê polîtîkayê, tecrîdeke tarî û giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Tecrîd weke polîtîkayekê hatiye pejirandin. Bi rengekî dijwar hewl didin ku nehêlin nêrîn û nirxandinên Rêberê me bigihêje civakê. Tecrîda li ser Rêberê me tecrîda li dijî gel, civak û jinan e. Ev tecrîd weke amûrek ji bo kûrkirina şer, neçareserî û krîzê tê bikaranîn."
TJK-E destnîşan kir ku, rabûna li ber tecrîdê, alîgiriya çareserî û demokrasiyê ye, her wiha biratî û hevgirtina her du gelan e. TJK-E bang li dijberên şer û alîgirên demokrasiyê kir, ku bibin yek û ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê li gelê kurd, demokratan û hemû dostên gelê kurd kir.
Dem û cihên ku wê çalakî pêk werin
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên di 20-21'ê Îlonê de werin lidarxistin, ev agahî hatin dayîn:
20'ê Îlonê li ber Parlamenta Wîesbadenê: Beşdariya ji bajarên Mannheîm, Saarbrucken, Frankfûrt, Darmstadt û Heîlbronnê.
20'ê Îlonê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê, meş û mîtîng.
21'ê Îlonê saet di 11:00 de li ber Parlamenta Ewropayê: Bi beşdariya ji bajarên Elmanya Bonn, Koln, Dusseldorf, Essen, Dûîsbûrg, Dortmûnd, Bochûm û Bîelefeld, paytexta Fransa Parîs û derdora wê, Hollanda û Belçîka.
21'ê Îlonê li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Marsîlyayê.
21'ê Îlonê li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropa ya li Rennesê.
21'ê Îlonê li ber Navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî.
21'ê Îlonê li ber Parlamenta Federal a Elmanyayê li Berlînê.
21'ê Îlonê li ber Parlamenta Eyaleta Hambûrgê çalakiya rûniştinê.
21'ê Îlonê li ber Parlamenta Eyaleta Bremenê çalakiya rûniştinê."
(rc)