Li Amedê Apê Mûsa hat bîranîn

12:21

JINHA

AMED- Bi boneya 24'emîn salvegera qetilkirina Mûsa Anter Camiyeta Rojnamegerên Azad li Semta Seyrantepeyê li cihê hatî qetilkirin bi bîr anî.

Li Semta Seyrantepe ya Amedê Mûsa Anter cihê ku lê hatî qetilkirin hat bîranîn. Bi pêşengiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hevşaredara Amedê Gûlten Kişanak Hevserokên Rojnamegerên Azad Nevîn Demîr û Hakki Boltan û gelek Rojnamegerên çapemeniya azad tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên rojnamegêrên wekî Gurbetellî Ersoz, Ayfer Serçe, Rohat Aktaş, û Musa Anter hatin rakirin.

‘Rojnamegerên Çapemeniya Azad di têkoşina xwe de zîrva yekem de ne’

Di bîranînê de Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan axivi û diyar kir ku, ew ê her tim şopdarên rastiyan bin û wiha got: "Em di dest pêkê de di şexsê Mûsa Anter de li ber têkoşîna tevahî şehidên Çapemeniya Azad bejna xwe ditewînin. 24 sal derbas bûn. Di van 24 salan de têkoşîna herî dîrokî hat dayin. Niha rojnamegerên çapemeniya azad di têkoşînê de di zirveya yekem de cihê xwe digire. Niha jî li hemberî çapemeniyê êrîş binçav û girtin berdewam dikin. Lê çapemeniya azad her ku diçe têkoşîna xwe bilind dike û li ber xwe dide. Çapemenî ji ber ku dengê gele, tê hedef girtin. Lê em şopdarên Apê Mûsa ne em bi rêzdarî Apê Mûsa bi bîrtînin.”

‘Çapemeniya Azad gav bi gav ber bi rastiyê ve dimeşe’

Pişti axiftina Hakki Hevseroka Şaredariya Amedê Gûltan Kişanak jî axivi. Gûltanê bi lêv kir ku, mîrateya Apê Mûsa hate cih û wiha domand: "Îro sersala qetilkirina Apê Mûsa ye. Em dest pêkê bejna xwe ber têkoşîna wî ditewînin. Niha hikûmet dixwaze tevahî çapemeniyan bike yek deng û yek reng. Lê em dizanîn ku, kevneşopiya Çapemeniya Azad û Apê Mûsa berdewam dike. Perdeya derewê diçirînin û ber bi rastiyê ve gav bi gav dimeşin. Her çiqas zehmet jî be bi bedel dayinan rastiyan derdixin holê. Ez li vir hemû hevalên ku kevneşopiya çapemeniya azad didin meşandin re jî silavên xwe û spasiyên xwe pêşkeş dikim û bi rêzdarî Apê Mûsa bi bîrtinim.”

Bîranîn bi belavkirina qûrnefîlan bi dawî bû.

(zyd-bc/rc)