Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî bang li CPT'yê kir
12:35
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî ku di nava wan de parêzerê Nelson Mandela Essa Mossa jî heyî bang li CPT'î kirin ku Girtîgeha Îmraliyê ziyaret bikin.
Bertekên li hember tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Endamên Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî ku di nava wan de parêzerê Nelson Mandela Essa Mossa jî heye, bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kirin ku demildest Girtîgeha Îmraliyê ziyaret bikin. Endamên heyetê xwestin ku CPT'î dest ji helwestên xwe yên ku pergala îşkenceyê û tecrîdê ku cesaretê dide berde û fikarên der barê rewşa Abdullah Ocalan ên milyonan kesan ber çav bigire.
Di nameya ji bo Dîrektorê CPT'yê Mykola Gnatovskyy hatiye nivîsîn de wiha hat gotin: "Ji 5'ê Nîsana 2015'an ve Ocalan nedikarî bi kesekê re hevdîtinê pêk bîne û di 11'ê Îlonê de bi riya birayê wî Mehmet Ocalan cara yekem ji Ocalan agahî hat girtin." Di nameyê de hat diyarkirin ku ew wekî Heyeta Îmraliyê ji rewşa Abdullah Ocalan bi fikarin û bi darbeya 15'ê Tîrmehê re ev fikarên wan zêdetir bûne.
Di nameyê de hat xwestin ku CPT'î tiştên ku di 15'ê Tîrmehê de li Îmraliyê hatine jiyîn ronî bike, divê heyetek Îmraliyê ziyaret bike û divê bi leşkerên ku êrîşî Îmraliyê kirin û piştre reviyan Yunanîstanê re hevdîtin bê kirin.
Her wiha di nameyê de hat destnîşankirin ku gelê kurd ji ber bûyerên hatine jiyîn gelek bi fikarin û ev tişt hatin ragihandin: "Li Amedê 50 siyasetmedar, li Strasbourgê jî endamên Meclîsa Dîaspora Şengalê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ocalan bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan peyama 'ger dewlet bixwaze em dikarin pirsgirêkê di nava 6 mehan de çareser bikin' da. Ocalan ligel ku ev 18 mehin di bin tecrîdê de ye jî di aştiyê de bi israre. Li hemberî vê jî dewleta tirk hêjî li Girtîgeha Îmraliyê 'pergala îşkenceyê' didomîne. CPT di meha Nîsanê de çûbûn Îmraliyê ligel ku bi mehan dem derbas bû hêjî rapora xwe ya derbarê ziyaretê de aşkera ne kiriye. Divê rapor demildest bê aşkerakirin."
Di nameyê de hat bilêvkirin ku ligel hemû fikarên civaka Kurdistan û navneteweyî CPT'î bi xemsarî tevdigere û ev tişt hatin diyarkirin: "Heyeta CPT'yê di 7'ê Îlonê çû Tirkiyeyê lê bêyî ku Girtîgeha Îmraliyê ziyaret bike vegeriya. Ev kirinên CPT'î hem li dijî berpirsyariyên wê ne hem jî fikarên bi milyonan kesan li ber çavan ne girtine. CPT tiştekî nake, bi awayekî sergirtî alîkariyê dide hikûmeta tirk ji bo îşkence û tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewam bike û cesaretê dide wan. Divê CPT rapora xwe ya meha Nîsanê aşkera bike, daxwaz milyonan kesan berçav bigire û demildesrt biçe Girtîgeha Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne."
Dadger Essa Moosa (Serokê Delegasyonê) jî di nav de kesên mîna Prof. Karîane Westrheîm Serokê Komîsyona Sîvîl aAB-Tirkiyeyê, porfesorê Zanîngeha Bergenê û endamê ber yê Rafto Board (Norveç), Fr. Joe Ryan, Serokê Komîsyona Hiqûq û Dadê yê Westminsterê (Brîtanya), Thomas Jeff Mîley, Hindekarê Siyaserta Civaknasî yê Zanîngeha Cambrîdgeyê (Brîtanya), Federîco Venturînî, Hindekarê Zanîngeha School of Geography, University of Leeds (UK), Radha D' Souza; Profesorê University of Westminster, School of Law (UK), Janet Biehl, Edîtor û Nivîskarê ABD'yî, Francesco Andrade Velasco, Wezîrê berê yê Çandê yê Ekvatorê, Andrej Hunko, Parlemanterê Partiya Çep a Alman (Die Lİnke) û gelek kesên din îmze avêtin bin nameya ku li ser navê Heyeta Îmraliyê ya Navteweyî hatiye nivîsin.
(rc)