KURDI-DER’ê banga xwedîlderketina ziman li gel kir

12:48

JINHA

WAN - Şaxa KURDI-DER’a Wanê di avahiyê DBP’ê de bi boneya sersala perwerdeya ziman civîna çapameniyê pêk anî û bang li hemû gelan kir da ku xwedî li zimanê xwe derkevin.

Şaxa KURDI-DER’a Wanê bi boneya sersala perwerdeya zimanê kurdî bi dirûşmeya “Em xwedî li zimanê xwe derdikevin” û “Em hişmendiya bişevtin ê qebûl nakin” dê sibê ligel saziyên KCD, DBP, HDP û Egîtîm-Sen a Wanê saet 12.00’an de li ber deriyê Navenda Çand û Hûnera Nûdayê daxuyaniyê bide çapameniyê. Civîna çapemeniyê li Navenda DBP’a Wan hat lidarxistin. Di civînê de Hevserokê Şaxa KURDI-DER’a Wanê Osman Koşut ligel Hevserokê DBP’ê Murat Sarisaç amadebûn.

Osman banga xwedîderketina ziman li gel kir û wiha domand: “Bila hemû gel beşdarbûna xwe xurt bikin. Hemû kes xwedî li zimanê xwe derbikevin. Ziman ji bo me girînge. Em hersal bi rêya saziyan bang li gel ê xwe dikin, dema ku dibistanên fermî vedibin em jî dibêjin malbat bila bi zimanê xwe perwerde bibînin. Giringiya ziman ji bo gel ê me heye. Qedexe kirina ziman têkçûyîna gele.”

(hk-db/zt)