Rojnamegeran: Em ê serî netewîn in
13:13
JINHA
STENBOL - Doza der barê "Gerînendeyên Weşana Giştî yên Nobedar" Ayşe Duzkan û Ragıp Duran ên piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn îro li Dadgeha Stenbolê tê dîtin. Beriya rûniştina dozê qisegeran bal kişandin li ser êrîşên hember çapemeniyê û peyama "Em ê serî netewînin û em ê bi xurtî ser piyan bin."
Der barê "Gerînendeyên Weşana Giştî yên Nobedar" Ayşe duzkan a piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê ku hat girtin kiribû doz hatibû vekirin, Ayşe îro li Dadgeha Stenbolê derdikeve pêşberî dadgeh. Rojnameger Ragip Duran ku ji heman dozê tê darizandin, ji ber ku li derveyî welate dê tevlî rûniştina dozê nebe. Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya ku girtiye tê payîn ku dê tevli rûniştinê bibe.
'Maxdûrê OHAL'ê rojnamegerin'
Beriya rûniştina dozê Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFJ), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) û DÎSK Basın-Îş jî di nav de kedkarên çapemeniyê li ber edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Destpêkê Ayşe Duzkan axivî û diyar kir ku ji ber wan demokrasî û azadiya çapemeniyê xwestine tên darizandin. Ayşeyê di 24'emîn salvegera qetilkirina Apê Mûsa de ew bi bîranî û wiha got: "Bi salane Rojnameya Ozgur Gundem rastî zextan tê. Kadrî Bagdu jî di nav de bi sedan belavkarên wê hatine qetilkirin. Ji bo em dengê wan bidin bihîstin li virîn. Gelê kurd aştiyê dixwaze. Aştî ji bo gelê tirk jî girînge. Ez bi hêvî me ku dê rojekê kesên ku şer dane destpêkirin bên darizandin û dê cezayê heq kirine bigirin." Piştî Ayşeyê Sekretera Giştî ya TGC'ê Sîbel Guneş mafê axaftinê girt. Sêbelê anî ziman ku, maxdûrê OHAL'ê rojnamegerin û got ku, li hember êrîşan ew ê ligel çapemeniyê di nava piştevaniyê de bin.
'Em ê bi xurtî ser piyan bin'
Her wiha piştre Parlementerê CHP'ê ya Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî wiha got: "Duh li ser medyayê civakî min dîmenê îşkenceyê temaşe kir. Sibê ew dîmen li tu derî ne hatibû weşandin. Ozgur Gundem van rastiyan derdixist der. Rastiyê radighand." Piştre Parlementer Fîlîz Kerestecîogluyê wiha axivî: "Ozgur Gundem kaxida turnosolê ya vî welatiye. Bi dehan car rastî êrîş û girtinê hat, lê bi navên cuda derket û xebatê xwe berdewam kir. Girîngiya piştevaniyê heye. Heya çapemenî azad nebe em azad nebin, dê em ê bi xurtî ser piyan bin."
'Li ber devê lûleyê çekê be jî ew ê ji bo rastiyê bixebitin'
Rojnameger Hûseyîn Aykol jî Apê Mûsa bi bîranî û destnîşan kir ku salek zêdetire li ser rojnameya Gundemê êrîş pêk tên û bal kişand ser dozên ku derbarê xebatkaran de hatine vekirin. Arzu Çerkezoglu jî bi bîr xist ku îktîdara desthilatdar hewl dide rastiyan veşêre û got ku, ew ê bi ser nekevin û wiha pêde çû: "Rojnameger li ber devê lûleyê çekê be jî, li kolanan û her derê ji bo rastiyê raghînin ew ê bixebitin."
Piştî axaftinê rojnameger derbasî salona dadgehê bûn
(odk/rc)